Delav köşesi; Wêje û Çand -Feratê Dengizî
Niviskarên quncikameyî Kurdî Delav, di nivîsa xweyî pêşîda(wêje û çand) Çanda Mêrdîn û jîyana wê ani nivîs ê. Qunciknivîsa me Delav, her meh di quncika xwe da wê bi nivîsê xweyî Kurdî wê bi me re be. U nivîsê xwe bi kar bîne …
(Köşemizin Kürtçe yazarlarından Feratê Dengizî, ilk yazısında (Wêje û Çand) Mardin kültürünü ve yaşamını kaleme aldı. Köşe yazarımız Delav, her ay köşesinde Kürtçe yazılarıyla aramızda olmaya devam edecek. )
Wêje û Çand
Dema we xweş be.
Bi demeke nû, em dibêjin dema we xweş be.
Ji îro pê ve dem bi dem di Rojnameya Roj Mardin, di vêquncikê de, em ê raman, hest û fikrên xwe parve bikin.
Ji bo destpêke me go em ê silavekê bidin û xweşhaliyê xwebînin ser zimên.
Rast e, jiyan weke avê, zeman jî hê bezatir diherike û dem û dewran li holê ye. Astengiyên me, çi çê çi xerab tengasî û pirsgirêkên me, serêşên me, xem û şah(d)iyen me bi me re ne. Lewra dilê me bi me re ye û her tişt bi dil û mejî re têkildare.Ê jiyan bê nakokî-nexasim ji me bindestan re- û têkoşîn nabe.Û her û her liberxwedan divête. Ji bonî aştî, demokrasi û wekehviyê, ji bonî mirovbûnê berxwedan asas e, hîm e, belkîjiyan bi xwe ye. Lewra jiyan çalak e, hereket e, livandin e, hebûn bi xwe ye.
Jiyan û çand û war ne dûrî hev in. Lewra tev têkildarî hebûnêne.û bi herikîna zemên re dirûv digirin. Jixwe ziman jî hîmêasasî yê van têgih, bûyer, hewildan, ruh û demdoriya, dewamiya jiyanê ye. Em ê hewilbidin, bi qasî zanîn û hêzaxwe bînin ser ziman ku têkiliya wan; a çand, ziman, dîrok û jiyanê li ser çi canlidariyê ye, çawa ye û bi çi rengî ye.
Pêşiyê têkiliya war û çandê xwe dide pêş, ji bo min. Lê dem bidem em ê têkiliya wêje(edebiyat), ziman, dîrok, jiyan û hebûnê û herwekîdinê jî bidin der.
Mînak; warê me Mêrdîn li ser rêzeçiyayên ji Qerejdax hetaBagok û Botanê bi cî bûye. Başûrê wê Beriya Mêrdînê, yan jîBeriya Xezalan; Bakurê wê Deşta Amedê ango DeştaDiyarbekirê ye. Warê bereketa tirî û berhemên wî; dims, benî, bastêq û hwd. e. Dibêjin “Hasil çû Mûsil”, gelo tê çi wate ye. Gelo ji Zinarê bi seleban dims(hasil-berhem) diherikandinheta Mûsilê. Hin dibêjin ew seleb(xet, wek boriyan) li Zinarêhatine dîtin.
Dîsa dibêjin Pêxemberekî Mêrdînî heye; Manî. Ji nexş, nîgar ûwêneçêkeriyê hezkiriye, xweşbînî, aştî, dilrihmî, dilbirihmîbelavkiriyê. Ka em çiqasî jê hayîdarin û herwekî din.
Li ser vê xakê; ji aşûr, babîlî û mediyan bigirin heta îro; kurd, ermenî, êzdî, suryanî, ereb, tirk jiyane. Baweriyan li vê xakêserî dane; êzdîtî, xaçparêzî, bisilmanî û jiyanek pirrengî, pirçandî û şaristaniyên giranbuha. Hilbet van rewşan dirûvdane jiyanê.
Bi qasî têgihştana xwe têkildarî van mijaran em ê sohbetanbikin.
Ev nivîsa pêşî ye. Ku kêmanî hebin, em ji niha ve xweşbîniyêdixwazin.
Me go merheba û her û her dema we xweş be.
Feratê Dengizî