Mardin Roj

VİDEO | Kürt Dil Bayramı Nusaybin’de de kutlandı

VİDEO | Kürt Dil Bayramı Nusaybin’de de kutlandı
  • 15 Mayıs 2022

Kürt Dil Bayramı dolayısıyla Nusaybin’de düzenlenen etkinlikte Kürtçe’nin eğtiim ve resmi dil olması talep edildi. 

Kürt Dil Bayramı dolayısıyla Nusaybin’de düzenlenen etkinlikte Kürtçe’nin eğtiim ve resmi dil olması talep edildi. Nusaybin’de Emek ve Demokrasi Platformu tarafından düzenlenen açıklama HDP İlçe binası önünde yapıldı. Açıklamayı Platform adına HDP Nusaybin İlçe Eşbaşkanı Şindar Akıncı yaptı.

 

Kürtçe yapılan açıklama şu şekilde;

 

“Weke tê zanîn îro 15`ê Gulanê, Cejna zimanê Kurdî ye.

90 sal berê, di 15`ê Gulana 1932` an de, li bajarê Şamê, Bi pêşengtiya ronakbîr û zimanzan Mîr Celalet Alî Bedirxan, kovara bi navê HAWAR`ê hate çapkirin. Û îro heger ku em gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên navdar nasdikin û berhemên wan dişopînin, weke Cegerxwîn,Osman Sebrî, Nuredîn Zaza, û Qedrîcan û hwd, bi saya vê Hawara biqedir û qîmet e. Di Hawarê de alfabeya Kurdî ya latînî bi destê nemir Celaled Alî Bedirxan yekem car hate amadekirin û çapkirin. Ev gav ji bo pêşveçuna Kurdî û wêjeya Kurdî qonaxeke pir grîng e. Elbet ziman û wêjeya Kurdî berî Hawarê jî hebû û gelek berhemên Kurdî yên granbuha hatine çapkirin jî. Lê belê Hawar bi rastî jî ji Kurdan re mîladeke mezin e. Bi vê Hawarê derfet li ber pêşveçûn û fêrbûna zimanê Kurdî vebûn û fêrbûna xwendin û nivîsandina Kurdî hêsantir bû.

Lewma jî ji 2006 an vir de em vê rojê yanî 15`ê Gulanê weke cejna zimanê Kurdî wek rojeke pîroz digirin dest.

Em Cejna zimanê Kurdî li hemû Kurdên cîhanê pîroz dikin

Ji Hawarê heta roja iro di warê zimanê Kurdî de gelek guherîn, pêşveçun û buyerên cûr becur hatine jiyankirin. Rewşa ku ziman ê Kurdî îro tê de ye weke rewş û statuya Kurda ye. Bi dehezara berhem hatine çapkirin gelek sazî û dezgehên ziman hatinene damezirandin hatine girtin gelek kar û xebatên hêja hatine kirin. Em ji kesên ku di vê riyê de xebat kirine û ked dane ü berdêlên giran dane di serî de dayikên me yên dilovan ku ev ziman îro hebe bi saya wan e, minnetdar in, bejna xwe li ber wan ditewînin. Her çiqas di warê zimên de têkoşîn û berxwedanek bêhempa hebe jî, li her çar perçê Kurdistanê ne rewşeke erênî ye.

Berî her tiştî ji ber bêstatuya gelê Kurd qedera zimanê Kurdî jî weke gelê Kurd her dem bi pişaftin, tunekirin, tune hesibandin, qedexekirin, înkarkirin zilm û zordestiyê re rû bi rûye.

Herçiqas di zagonên navnetewî de standardên demokrasî û mafên mirovan yên di warên zimên de diyar bin jî, Dewletên ku Kurd lê bê statû dijîn bi polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê nêzî vê mijarê dibin.

Bi taybetî li bakur

👉îro Kurd zarokên xwe bi zimanê xwe nikarin perwerde bikin.

👉Di qadên fermî de Zimanê Kurdî ne derbasdar e.

👉Navên gund, bajar, kolan, kuçe, parq û hvd. Cî û war û mekanên Kurdan bi polîtîkayên asîmîlasyonê hatine guherandin û aniha jî bi destên qeyûman têne guherandin. Tabelayên Kurdî têne daxistin.

👉 Sazî komele û dezgehên zimanê Kurdî weke Kurdî der, Enstîtuyen Kurdî, Zarok Tv, Azadıya welat ku bi temamî bi ked û berdêlên giran ên Kurdan hatine avakirin bi marîfeta KHK yan hatın girtin.

👉 Îro ro hîn jî pirtûk kovar û rojnameyên Kurdî têne desteser kirin, têne danhev û qedexekirin.

👉 Di dema pêvajoya aşitiyê de desthilatdariya AKPê bi nêzîkatiyeke xapînok û bê bingeheke qanûnî, yanî qaşo li çend Zanîngehan, Enstîtu û beşên zimamê Kurdî vekirin û gotin em ê mamosteyan perwerde bikin, îro van beşa yek bi yek digirin Mamosteyên ku mezûn bûn nagirin ser kar. Bi sedan mamosteyên Kurdî li benda kar in.

👉Îro li dibistanên Dewletê dersên bijartê yên Kurdî ji tirsa rayedaran, gerînendeyên dibistanan newêrin pola vekin û dersa hilnabijêrin.

👉Hin îro ro mirovên mê tenê ji bo ku bi kurdî axifî ne têne qetilkirin. (2018 sakarya hendek Burhan SAKCI)

👉Îro li meclîsa tirkî zimanê kurdî weke zimanê X, an jî zimaneke nayê fêmkirin pênase dibe û li tutanaxa bi vî awayî tê nivîsîn.

👉iro ro Li tirkî mahlûqatên ku yanî qaşo ji xwe re dibêjin mamoste li ber tabelayên bi Kurdî, bi hêsanî gemar û qirêja mejiyên xwe derdixin holê û suçê mirovahiyê dikin û li ser medya ya civakî parvedikin, li hember wê jî tu bend û pêşîgirî tunene. (ERZEROM , Gogsî)

👉 Em li vir carekedin hem van polîtîkayên asîmîlasyonê û qirkirinê hem jî nêzîkatiyên hovane şermezar dikin Û dibêjin

Em Kurdin Zimanê me Kurdî ye Welatê me Kurdistane.

Hun vê rastiyê nikarin biguherînin Bav û kalê we tu polîtka û rê û rêbazên tundî û qirkirinê ku neceribandine nehiştine, hemû ceribandine, lêbelê têk çûne, hûn jî bi sernakevin hûn ê jî teqes têk biçin.

Di wê çerçoweyê de em daxaz dikin ku

👉Dibê rojekê berî rojekê Dewlet tenê heta rojan îro, ji bo polîtîqayên asîmîlasyon û qirkirinê ku li ser zimanê Kurdî meşandiye, ji gelê Kurd lêborîna xwe bixwaze û zimanê Kurdî di warê zagon û makezagonê de bike zimaneke ji zimanê fermî.

👉Dibê li dibistanên fermî yên dewletê zarokên Kurda Ji asta pêşdibistanê heta lîansa bilind bi zimanê xwe perwerde bibin

👉Dibê zimanê kurdî bibe zimanê bazarê bibe zimanê danû stendinê û bazirganiyê, di qada aborî de jî bibe zimanê fermî.

👉Ev daxaz pîvanên mirovahiyê, yên demokrasî û mafên mirovan ê bingehîn in. mafên xeezayî û rewa ne. ji xwe bê daxwaz û têkoşîn dibê ev maf bêne qebûlkirin. Ev maf ne yên ku bên dan û bên stendin.

Lê heke hewceyî têkoşîn û berxwedanê be jî gelê Kurd di vî warî de têra xwe û zêdetir jî berdêl dane

👉Kes rêxistin partî û dewletên ku bibêjin herî kêm em mirov in an jî em mafên mirovan nasdikin dibê van mafan qebûl bikinn û pêk bînin.

👉Gelî godarvanan Em weke gelê kurd jî dibê em li benda tu destûr û muzakereyan nemînin kar û barê ku dikeve ser milê me jî, ji xe hin grîngtir in.û dibê em jixweber pêk bînin

Çi ne ev?

Heke ku em dibêjin zimanê me nasnameya me ye

Heke ku em dibêjin zimanê me rûmeta me ye

Heke ku em dibêjin zimanê me pêşeroja me ye dibê em li gor wê yekê tev bigerin.

Em ê li nasnama xwe li rûmet û pêşeroja xwe xwedî derkevin.

Teqez dibê em zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin û perwerde bikin. Ya herî girîng ev e.

Di kar û barê xwe de, di dan û stendinên xwe de, Di hemû tevgera jiyana xwe de, dibê em bi zimanê xwe bi Kurdî bijîn. Ev yek ji Kurdan re hem erk hem jî pîvaneke welatparêziyê ye. Ez fêm nakim, nizanim tuneye. nizanim xwe ifade bikim, nizanim fikrê xwe, hêstên xwe bînim ziman tune ye.

Di tu zimanan de û di Kurdî de jî zimaneke akademîk tune ye, axaftina ku mirov peyvên biyanî li nav nexe heye. Em ê tenê li wê baldar bin.

Herî dawî li gor me bajareke weke Qoserê ku hîna saziyeke ziman lê tine be, ji me hemûyan re gerek şerm e. di vî warî de dibê rojekê berî rojekê em bi hev re di nava liv û tevgerê kevin û ava bikin.

da ku em

bi Kurdî bifikirin

bi Kurdî biaxivin

bi Kurdî bixwînin

û bi Kurdî binivîsin

Bijî 15` Gulanê, Bijî zimanê Kurdî

Em careke din dibêjin

Cejna zimanê Kurdî Pîroz be.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

BİR YORUM YAZ