Mardin Roj

TJA û HDP’ê li Stewrê serdana gel kir

TJA û HDP’ê li Stewrê serdana gel kir
  • 22 Kasım 2022 21:26

TJA û HDP’ê têkildarî bernameya 25’ê Mijdarê li Stewrê serdana gel kirin.

 

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, li gundên Elfan û Barmanê yên navçeya Stewrê ya Mêrdînê serdana malbatên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, malbatên girtiyan û gel kirin. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Berîvan Bahçecî, endamên HDP, TJA û Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê jî ji bo serdanan li wir amade bûn.

 

Pêşiyê heyet, serdana gundê Elfanê û piştre ya gundê Barmanê kir. Di serdanan de gel, bi dilgermî heyetê pêşwazî kir. Di serdanê de pirsgirêkên jinan û civakê hatin nîqaşkirin.

BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

BİR YORUM YAZ