Mardin Roj

PZK Mêrdîn: Zimanê Kurdî Hebûna Kurda ya Zimanê Xwe Hilbijêrin

PZK Mêrdîn: Zimanê Kurdî Hebûna Kurda ya Zimanê Xwe Hilbijêrin
  • 26 Ocak 2022 15:30

Platforma Zimanê Kurdî, ji bo dersên bijarte daxuyanî da: Zimanê Kurdî Hebûna Kurda ya Zimanê Xwe Hilbijêrin.

 

Li gorî mufredeta perwerdehiyê xwendekarên diçin polên 5, 6, 7 û 8’emîn dikarin kurdî hilbijêrin û di hefteyê de 2 saet perwerdehiya zimanê kurdî were dayîn. Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ji bo dersên bijarte daxuyanî da:

 

Platforma Zimanê Kurdî li daxuyanî xwe da, wiha anî ziman:

 

“Li dibistanên navîn ên girêdayî bi Wezareta Perwerdeyê Neteweyî ya Tirkiyeyê, pêvajoya hilbijartina dersên hilbijarî yên ji bo Sala Hîndekarî û Perwerdeyê ya sala 2022-2023 bên dayîn di 3’ê çileyê de dest pê kir. Wê ev pêvajoya heta 07’ê Sibatê berdewam bike û kesên ku bixwazin dersên hilbijarî ji bo zarokên xwe bixwazin divê heta 07’ê sibatê de ji miduriyetên dibistanan re ragihînin. Di bernameya Wezareta Perwerdeyê Neteweyî ya Tirkiyeyê de gelek dersên hilbijarî hene. Dersên kurdî yên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî jî di bin navê “Zarava û Zimanên Dijî” de tên dayîn.

“DERSA BIJARTE HELWESTEKE ZIMANÎ YE”

Her çiqasî armanca me hemû perwerde bi zimanê dayikê bibe jî divê zimanê kurdi weke dersa bijarte, ji aliyê hemû kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin Dersa bijarte helwesteke zimanî ye.

Eger Kurd vê derfeta ku heye baş bi cîh werinîn dê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayike jî vebe.

Bi demê re wê hewcedariya hejmara mamosteyên zimanê kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecbûrin li gorî vê rastîya hanê mamosteyên kurdî perwerde bikin. Mamosteyên kurdî ku hene jî bi vî haweyî dê bibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerda bi zimanê kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasi astengi derxin pêş jî, dive dayik û bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

“JIYANE XWE BI KURDÎ BIJÎN”

 

Gelî kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi kurdî bi axivin. Siyasetê bi kurdi bikin!

 

Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê kurdi hilbijêrin. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. Îro di xebata perwerdê de ev mafeke, divê ev mafê ziman bi hişmendî were bikaranîn. Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya kurdî, rewşenbîr û hunermendan re ev e; her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê kurdî derkeve. Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevger bikin Nivîsandin, xwedin û axaftina bi zimanê Kurdi bila bibe helwesteke xwezayî û netewî di nava civaka Kurdan de.”

BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

BİR YORUM YAZ