Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê nunertiya xwe vekir

Platforma Zimanê Kurdî bi armanca nûnertiya xwe li Mêrdînê ava bike civînek li dar xist. Şandeya ku hat Mêrdînê diyar kir ku heya zimanê kurdî bibe xwedî statû ew ê xebatên xwe bidomînin.
Platforma Zimanê Kûrdî (PZK) ji bo li Mêrdînê nûnertiya xwe ava bike bi partiyên siyasî û zimanzanan re li hev kombûn. Şandeyê li avahiya KESK’ê ya Mêrdînê civîna çapemeniyê li dar xist û piştî civînê daxuyanî da çapemeniyê. Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî axivî.
‘DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ Û PERWERDEHIYÊ’
Cizîrî ku têkildarê vekirina nûnertiya Platformê axivî diyar kir ku ew ê li Mêrdînê û hemû navçeyên wê xebatên zimanê kurdî bidin meşandin. Cizîrî da zanîn ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî ew ê heya dawî li pey daxwaz û pêşniyazên xwe bin û wiha got: “Me li ser 2 esasên bingehîn dest bi xebatên xwe yên Platformê kirin. Ya yekemîn perwerdeya bi zimanê kurdî û ya duyemîn jî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê ye. Pêwîste di hemû sazî û dezgehên dewletê de zimanê kurdî were axaftin û pejirandin. Bi taybetî ji divê ji dibistana dayikê heyanî zanîngehê perwerdeya bi zimanê kurdî were dayîn.”
NÊZÎKATIYA ÇEWT A LI HEMBERÎ KURDÎ REXNE KIR
Cizîrî bal kişand ser kesên ku dibêjin zimanê kurdî ne zimanekî pedegojîk e û wiha wan rexne kir: “Siyasetmendar û rojnamevanên ku di derbarê zimanê kurdî de tu agahiya wan nîne çawa li ser nirxandinê dikin. Kesekî ku bi zimanekî nizane çawa dikare di derbarê wê de bibe xwedî nêrîn û weke zimanekî nepedegojîk pênase bike. Ev dîtin û nêzîkatiyên pûç in. Em dikarin van nêrînên wan bi mînakan ji pûç bikin. Li Rojava û li Başûrê Kurdistanê bi zimanê Kurdî perwerde tên dîtin û weke zimanê fermî di hemû sazî û dezgehan de tên bikaranîn. TV, ajans û rojnameyên me yên ku bi zimanê kurdî weşanê dikin hene. Berhemên bi zimanê kurdî hene. Ev jî dîtinên wan pûç dike.”
Cizîrî herî dawî diyar kir ku heyanî zimanê kurdî bibe xwedî statû ew ê li ber xwe bidin û xebatên xwe bidin berdewamkirin. (Mezopotamya Ajansı)
BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ
ZİYARETÇİ YORUMLARI
BİR YORUM YAZ