Li Dêrikê şahiya jinan a 8’ê Adarê

Li Dêrikê şahiya jinan a 8’ê Adarê
  • 4 Mart 2022 20:45
TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê li gundê Menteşê ya Dêrika Mêrdînê şahiya jinan a 8’ê Adarê li dar xist. 
Xebatên jinan a di çarçoveya 8’ê Adarê de bênavber berdewam dike. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) a Mêrdinê, li tax, gund û navçeyan bi jinan re tên gelhevdû û bernameyên cuda li dar dixin. Îro li gundê Menteşê ya girêdayî navçeya Dêrika Mêrdînê şahiya jinan hat lidarxistin.
Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay di şahiyê de axivî û got: “Wê di 8’ê Adarê de, li dijî polîtîkayên şer derkevin qadan. Me îsal starta xebatên xwe di şexsê Garîbe Gezer de li Kerboranê da. Em dizanin ku Garîbe çawa hate qetîlkirin. Di şexsê Garîbe Gezer de em ê li dijî îşkenceyê, binpêkirina mafan û qetilkirina jinan re bêjin ‘Dem dema azadiya jinê ye’. Her wiha li dijî tecrîda ku di şexsê birêz Ocalan de ketiye lûtkeyek herî jor dakevin qadan. Îro tecrîdê herî zêde jin dijîn. Em li dijî, tecrîd, tundî, polîtîkayên şer û binpêkirina mafan, di 8’ê Adarê de li qadan bin.”
Piştî axaftina Ebrûyê şahî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û bi govend gerandinê bi dawî bû. (Jinnews)
BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

BİR YORUM YAZ