Mardin Roj

Reh û Rê

Kûncika Delav

  • 21 Temmuz 2020

Delavê Dengiza
Çima dirêjin rê yan jî reh..!
Hema dibe ku naqedin, her û her dirêj dibin.
Bi ya min têkiliya wan xurt e.

Feratê Dengizî

Delavê Dengiza
Çima dirêjin rê yan jî reh..!
Hema dibe ku naqedin, her û her dirêj dibin.
Bi ya min têkiliya wan xurt e.

Ji ber ku zimanê Kurdî jiyanî û xwezayî ye, têkiliya peyvan û xisûsiyeta wan, naverok û şêweya wan, girêdana wan şîrîn, birqoq, beloq û berbiçav e.

Dema ku bi rêyeke ve diçim, wê gavê reh tê bîra min, rîh(rîh û rû) jî li aliye dinê… Lê îro derdê min bi rê û rehê re heye.

Rê û reh wateya jiyanê ne jî… Her kes, civak, kom, komik, azbet, eşîr, gel, netew û hrw. xwedî rê û rehekê ne.

Tê zanîn ku reh dar, giha kulîlk û her wiha riwekan bi erdê ve girêdidin û wan xwedî dikin, avê dikişinin bedena wan û tiştên ku wan xwedî dikin jî, wek mîneralan û herwiha, bi ser de dikin ku ew rast, nerm, libayî û tîk bisekinin û ji hewa û rojê jû sûdê wergirin, ne bes e xwarin û pêxwarinên ajal û mirovan jî amade dikin. Ev rewşa canlidarî ya zîndewarzanî ye.
Hilbet her yek rêya wan jî heye, ber bi asîman ve(bi guliyên xwe) û li gor armanca xwe di wê rêyê de dibin simbilê genim, tirî, sêv, kulîlik, gul, gulçîn û her wiha. Bi saya dirêjiya reha xwe ku wan xurt dike(hilbet bê kok, bê qurm nabe, girîngiya wê nayê înkarkirin, peywira qurm jî hêja ye, lê niha ew ne mijara me ye), berên şîrîn, xurt, hêja û giranbuha diafirînin.
Yanî reh û rêya wan bi diyalektîkeke hevpar afirîneriyek pîroz î, vejenek asumanî, hêz û hêzek efsunî radigihînin ku mijara hezar hest û zanînan in, ji bonî hebûnê, ji bo rengîniya jiyanê.

Îja ev rewş li civak û herwiha ji bonî gel û neteweyan jî derbasdar e ku ev mirov difikirîne.

Her civak xwedî rehên dîrokî, civakî, sosyali, çandî, olî û herwiha zimanî ye. Jixwe bê ax û welat nabe. Ev reh mirov di civaka xwe de bi jiyanê ve girêdidin. Orîjînaltî, xweserî, xweyî û xwebûna her civakê li gorî xwe û herwiha bi cîranan, bi xak, xweza, çand û rewşa hilberînê ve girêdayî ye. Ev yek diyalektîka jiyanê ye. Îja ku ev ahengsazî ev diyalektîk xerabibe, dejenerebûn, jixwedûrbûn, bîyanîbûna xwe dertê holê, kesayet û jiyan dibe keratî, na welleh dibe kafirkeratî ku mêtingerî, dagirkerî, serdestiya bi her cureyî sedemên vê ne.
Dıi vê mijarê de rista axê yanî welat serekeye. Bêheq Ibn-î Haldun negotiye “ax, erdnîgarî qeder e.” Û yan jî wek ku H. Kıvılcımlı dibêje; “mirov berhemê erdnîgariya xwe ye.” Herê bandora xak, derdor û war diyarker e. Rewş, derûnî, çand û sinc; deşt, berî, çiya, bejî, avî, gundî, bajarî, cotkarî, koçerî û herwiha dirûv dide mirov û ziman, çand, xwerûtî, cewherî, xweserî û şêweyê… Civak wisa dirûv digire û cudatiya mirovan jî, li ser bingeha ziman rewşa gelan derdixe holê. Jixwe çand û derûniya bi hev re jiyan, xwesteka bi hev re parvekirina jiyanê ya li ser esasê gelîtî, gelan û çand û jiyana wan dikemilîne, dixemilîne.
Me go reh, Zanayê Hemdem vê têkiliyê wiha zelal dike, “mirov ne li ser koka xwe, ne xwediyê rehên xwe be, diçilmise, bêhêz, bêkes û ne xwediye kesayet û nasnamê ye. Bi rehên xerîb mirov dibe xerîbe-î hîlqat, yanî tiştekî xerîb, dermirov. Xwediyê rehên xwe bin, bila hûn bêtaqet bin, bi reh û cewhera xwe bimêşin hûn ê bibin hebûnê esas î xurt.” (Dahurînên 88’an)
Dîsa Arjen Arî yê dilşewatê welat û azadiyê bêheq nabêje;
“çengeke ax didime te nav lê qedexe
bi lingan zilmê strayi Dersîm e ew bi xwe
bilûr betal in li çiyayê wê
roj radizên şev şiyar in şer distirê di geliyan de” (Ev Çiya Rûspî Ne)

Dibe ku bi heman peyvan an jî peyvên cuda gelek kes, ramankûr, zane û feylesof van tiştan tînin ziman.
Belê, ax wisa…Dîrok û çand di rêzêde ne, pê re aborî, bazar, ked, ruhê gelîtî ya jiyana hevpar û bi deme re veguherîna neteweyî. Bi zeman ango demê re veresan civakê jî vediguherîne. Ax, bi axê re jiyan, civak, tore, adet, çand û xisletên hevparî dibişkuvin.
Lê bindestî, axx… bindestî. Bindestî zincîrek zingarî, stûxwarî; û hilbet bi xwe re berxwedanê jî tîne. Lê ne hêsan e. Bi hezaran kul, keder, birîn û nexweşiya diafirîne. Sêwîtiyek gelîtî, netewîtî dizê li ser xaka pîr î stembar. Pelên dîrokê di esaretê de bi zimanê serdestan dipeyive. Va dengê Berken Bereh vê şahdetiyê dike;
“De ka himbêza xwe veke ey dîrok
qey te bêriya sêwiyên xwe nekiriye” “Pandomîm”

Tew berxwedan ku ya Kurdan be, ji salan, sed salan vir ve, ax bi xwînê distirê û giyan difûrê li her alî, mîna xunava biharê, li ser ve xaka qedîm, li kevana zêrîn. Kurdistan, axa şehîdan…
Didome Berehî;
“bibihîze denge xwîna min a ku diqerise” “Ji Dûriyê Re”

Li vê xakê jiyan berxwedan û berxwedan jiyan e; zilm jî wisa dibare ku her navê genî lê tê. Dîroka bi lehnet, genîtiya bindestî û xweşûştina şoreşgerî her dem di şer de ne. Rê ev e, dirêj e, belkî ji rehan dirêjtir, jixwe kok-qurm her tiştî di xwe de dicivîne, dihewîne. Lê serdest, mêtinger her û her dixwaze te, reh û dîroka te bi her awayî tunebike û rêya te şaş û şolî bike. Her cure tundiyê, wehşetê û çeken hovane bi kartîne û ku navê te, bermayî û hebûne te wenda bibe. Em binerin, vê rewşa hovane çawa dilê Fatma Savcî ya nazenîn, diltenika şervan çawa êşandiye;
“gula li rûyê kevir neqişandî şewitandin” “Bîra Birînê”
Na. Dile wan hênik nabe bi kuştin û tunekirina me; Newala Qesaban, bîrên asîtê, komkujî, kuştina spî-bişaftin- dikin nakin, xewn û tirsa wan hebûn û berxwedana me ji xewn û xeyalên wan naçin, dilê wan nafirike. Savçîyê xweş diherikîne vî çemê derdan;
“em di bin barana xwîna straneke kindar de ne
li ser rihê zeman
ji qedera me re
ayetên hezar Enfal’an xwendine” “Bîra Birînê”
Tew niha, di her azanê de “Ayeta Fethê-Fetih Süresi”, ne bes e piştî eşaye îja ayetan li ser hev dixin rêzê, bawerim em ê ruhen wan her û her bixin ezab. Dikin nakin rehet nabin, bi nexweşiya Dehhaq, bi Dehaqî ketine. Çare Kawa ye û pêk tê.
Vaye Ehmedê Huseynî li ser rehê rêyê zelel dike;
Kobanî
çiya bangî deştê kir,
kobanê bersiv da şengalê:
li vir im
li vir im
li vir im
navika azadiyê dibirim
bi baskên xwînê
dê ber bi te ve bifirim..!
Her wiha em ê li rehê xwe miqate bin û bi rêya xwe ya rohnî de bimeşin. Bila ew bi hawarkin û her çavxwînî bin. Rehên me di kûr de ne û di dirêjiya dîrokê de ji aliye her kesî ve tê zanîn. Ji Gûtî, Qasîd Hurî-Mîttanî û Medan, Kardoxan vir ve şahid û şihûd ne kêm in. Kawayê Hesinkar û jinên berxwedêr al spartinê Kawayê Hemdem, Egît, Zekiya û Leylayan; Baba Tahir, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqî û hevrêyên wan reh xurtkirine bi her awayî û rê rohnî ye, îro bi hêza pênûs, Ferîşte û Milyaketên Çiyê hez û hêza me her diçe, ligel xemgînî û dilêşan, zêde dibe, her diçe em dibin “Xwe” û bi mirovahiyê re mil bi mil in.

Bila rê û reha me qut nebe, rêya me neqede, abadîn be û reha me ziwa nebe, nerize, kurmî nebe û hişk nebe ku koka me ji xwe xurt e, hê xurttir û hemdem bibe ber bi abadînê ve…

BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ