Mardin Roj

Kuncika Delav de Feratê Dengizî ‘Şeh û Eynik’ nivîsand

  • 23 Mayıs 2020

Şeh û Eynik

​​​​​​​​Feratê Dengizî / Zemariya Îdê

Di zarokiya me de, ji bo zarokan, hilbet ên kurik, rewşa eydê, balkêş bû.

Beriya eydan bi çendakî me zarokan amadehiya xwe dikir.

Ji pênc-şeş salî heta deh-duwazdeh saliyên kurik, di vê komê de ne. Çi bûn ev amadehî; çêkirina kefkanîkan ji bonî şerê eydê. Û bi ser de xebitîna ji bo wê rojê û rewşa şer. Wê rojê rê û rêbaza ku em Bereşê bi dest bixin çi ne, çawa ne, bi komî em li ser difikirîn û li gorî biryara encam em tevdigeriyan, roja weqfê jî me karbeşî dikir. Her kesî peywira xwe dizanibû. Serkêşên me jî yên herî mezin û bikêrhatî bûn. Armanc bidestxistina Bereşê û yên hember ku radest nebin heta nava gund êrîşa li ser wan bû.

Çêkirina kefkanîkan bêdem, yanî her dem kar bû, lê hilbet taybetiya eydê cuda…

Li gundê me du taxên dijber hebûn; Mehla Jêrî(n) û Mehla Jorî(n). Em ji Mehla Jêrî bûn.

Li Rojhilatê gund, aliyê Stewrê Bereşek hebû, me jêre digot Bereşê*; keleha me bû. Roja eydê beriya ku mezin ji camiyêderkevin kî wira bidestbixe serkeftî ye. Asasê şer, şerê bi kevir û daran e lê taybetî bi şerê kefkanîkan e**. Zarok dikarin hevdu hêsîr bigirin û heta malê jî bera hev din. Di şer de birîndarî, serşikestin serbest bû, lê kuştin û birîndariyên giran qedexe bû.

Lê ku xelk ji camiyê derketin şer disekine, tundî namîne, rêgezên kî bi ser ketibe, yên wan di meriyetê de ne, lê tê de lêdan û biçûkxistin û eziyet tuneye. Têkiliya mezinan bi vî şerî re tuneye, lê ku ji adetê derkevê dest tê werdidan ku nayê bîra min rewş gihaşt wê astê. Em baldarê rêgezan bûn. Asas, bikêrhatina di şer de bû; behreya şer, jêhatin û jîrker, jîrî, jîrê şer.

Dixwazim qala hin taybetiyên wan şerên, roja eydê bikim.

Ji çêkirina kefkanîkan destpê bikim. Du cure kefkanîk hebûn; ên ji rêzê û yên tevnî. Yên qenc ên tevnî bûn, yanî bi rêbaza çekirina tevnan (tevnên merş, palas, ferdik, tûr û şalan…) dihatin çêkirin. Wek tê zanîn du mil û kefikek kevkanîkan hebû. Girîngî ya kefikan bû. Me zarokan bi rojan kefkanîkên xwe xweşik, ji benên cuda cuda û xurt çêdikirin, lê peydekirina benan pirsgirêk bû. Kalekî me yî navsere hebû; Apê Heseno, me zarokan jêre digot, Hesen Kus, pir cixare dikişand. Me bi awayekî ew qanih dikir û ji me re kefkanîkên tevnê çêdikir. Pîrika min tevn danîbû û benên wê yên xweşik, reng cuda û xurt hebûn, renge sor, şîn zer…  Pir sebra min li wan dihat, lê nedida min. Êvarekê odeya me tije zilam in, ji ber fediya Apê Heseno ku dengbêjekî heja bû jî, mîna kalikê min, ji min re çêkirina kefkanîkê tevnî erê kir, ev fersendek heja bû, eyd jî nêzîke, lê ben tunene, niha ez nînîm, divê kefkanîk ji bîra bikim. Min pîrika xwe şopand, ben tim di dewa wê debûn, dirist, çawa ket ser limêja eşayê, ben li pişt man û min êrîş kir, têr û ser têra kefkanîkekî ji benên reng rengo yên tevnî li ber Apê Heseno bûn. Ew kefkanîkê xweşik û serkeftina şerê wê eydê hê jî min dixe kelecanê. Bi rastî min jî kefkanîk pir xweş bikartanî, eybe mirov beje…

Min go asasê şerê me bidestxistina Bereşê bû.

Wê eydê me xwe, xweş amade kiribû. Koma ku ew ê Bereşê biparastina ya me bû.

Bi berbanga sibehê re me çar kesan, hê ku kes şiyarnebûbû xwe li çarhawêrê Bereşê bi cih kiribû. Ku zeriya rojê çartiliyên xwe di çavên me de çikand û me çavên xwe kutkutandin û bi pişta desten xwe xwirand, çend qertelan xwe di ser me re ber bi Devê Gur*** û Gêra Aşan**** de fir dan xwe. Gur û kûçik ji hev dihatin nasîn.

Nîzamê li kêleka min bi devlikenî ew şopandin, zikê xwe yî tazî da ber şepikan û di ber xwe de mirmirand;

Teyro teyro tilûrî

Girara bavê te fûrî

Tiştek neket wî hûrî

Ji xeynî nanê tenûrî

Hînê em bi wî dikeniyan, Liftîko bang kir, go wa hatin.

Bi rastî jî zarokên Mihle Jorî bi xwe bawer, bi garankî di Peyarêka Mala Beko re derketin, bi bazdan ketin Besta Şikeftan û bi ser ketin, nêzîkî lî Bena Rezê Mala Mistê kirinku werin Bereşê. Binya me yanî binya Bereşê rêya Stewrê bû, ji wira jî rez dest pê dikir û bena(benda) rez bilind bû.

Dem dema êrîşê bû. Kevir li heva firiyan û şeqîn bi kefkanîkan ket, yê min nû û yê tevnê bû, de ji vê rojê û xweştir Me ew di pişt benê de sekinandin. Nikaribûn serêxwe derxin, kevir mîna baranê bi ser wan de diçûn, ciyê me bilind û em di ser wan re bûn, bandora me zêdetir…Tiştekîwiha hêvî nekiribûn.

Me Kele neda dest, ew xweş parast, zûhatin û cîgirtin, xurtkirina kozikan encam diyar kiribû, ji niha de.

Demek kin bihurî, yên me jî hatin, êdî em jî ne kêmî wan bûn. Xwe li ber me negirtin, berî dan revê û le nav rez belav bûn. Me jî xwe ji kaş berda û da pey wan. Bê moletan kevirên me dibariyan ku xwe nedin ser hev. Bera wan belav bûbû.

Di xelasiya rez, pişt bena dawîn de sekinin û lihevdan ket pêsir bi pêsir, de… de… wele ben berdan û ketin kaşê peyarêkê, îja jî ew serdestin. Sekinîn, li me vegeriyan û barana keviran, em jî ji nav rez derketine û du ber li hemberî hev. Di barana keviran de serî dişkên, ay-oy, of-ax, xeber û carisî û herikîna xwînê, na wile şikiyan û revê dest pê kir, em li pey wan. Di Besta Şikeftan de me ew eciqandin, çend kes hêsîr girtin. Serê çendikan şikestibûn. Nîzam kevir di guhê Qirdiko de şikandibû, ew êşandibû, ê me jî çend derbên sivik xwaribûn.

Koma me Hiznîkê Xalo hêsîr girtibûn, me ew dikişkişand, bêyî êşandin. Me ew anî ser çalên Hemiya Şemdîn î raserî mala me. Xortekî gir bû. Me go, “çî te hebe derxe!” xwe ingirand, lê nerî nabe… şeh û eynika xwe derxist, me go “bes e” zêdekirin eyb e. Şehekî xweşik û eyneyek biçûk î girover, xelata serkeftinê, lê ji wî re pir zor bû. Xort e, tiştên xwe yên herî bi qimet dane dest, pir pê zor dihat. Lê wê çi bikira. Wisa bû,rewşa şer ev e, wê deme wisa bû.

Komên din dabûn ser pişta yên li hemberî xwe, di peyarêkê re wan biribûn heta nav Mihla wan. Em serkeftî bûn, me xwe qure dikir.

Komeke me yî dinê jî li Guherka Miho ZeynîHecî Silo dîl girtibû. Ew di aloziya şer de bi aliyekî din ve, tam dijberî şer reviyabû, lê nefilitî bû.

Hê wisa, xeber hat, gotin limêja eydê qediyaye, zilam ji camiyê derketine.

Dema agirbestê bû.

Her kes çû mala xwe û rewşa asayî dest pê kir.

Her kes bi koma xwe li eydê geriya, mal bi mal…

Paşê mezin ketin navberê. Me şeh û eynika wî jê re bi mezinan re şand.

Lewra divê şerefa wî neşikesta, xurura xortaniyê girîng bû. Civak di van rewşan de hestiyar bû.

Her tişt dema wê hebû.

Şer şer, aştî jî aştî bû.

15 Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.

Cejna Remezanê li we pîroz be; Eyd û erefatên we piroz be…

—–

*Bereş: nîvşikeft, an jî berkefên mezin. Ji ber ku zede ne kûr bûn, ku agir di hundir an jî li ber deve wan dihat kirin, pêşiya wê reş dibû. Nav ji wira tê; Ber+reş=Ber reş= Bereş.

**: Li du gundên cîranê me(Dêrîş û Kunzêrîb/Quzêrîb) ev şer carina vediguherî şerê xenceran.

***: Devê Gur: Sikureke(girekî) serî tûj, li hemberî Bereşê. Bi rastî jî dişibe ‘devê guran.’

****: ra Aşan: Sikura herî gir î bilind a derdorê ya li milê rastê ya Bereşê. Rojhilatê gund. Li lûtkeya wê dengê avê(yan jî bayê) gelekî ji binê erdê tê. Xelk dibêjin “Aşê Cinan.” Ji ber wê gotine “Gêra Aşan.” Wek ku warê Aşê Cinan e. Gêr jî, girê bi serê xwe û bilind e, ne bes e, gir û qalind e, ne tûj û zirav e. Sere gir fireh e.

Jêrenot:

Nivîs bi zarê zarokîn hatiye ziman, kêmasî hewceyî lêborînê ne.

Çand, an jî tiştên jiyînî, jiyanî… Ên ku jiya me, hejayê nirxandinekê.

Divê binivîsim, nirxandin bila ji we re bimîne. Çand, jiyana civakî ya demî, girêdayî rabirdûyê ye. Tiştek bê kok û bê reh nîne. Li ser hewceyiyekê dirûv digire.

Divê em binivîsin, binirxînin, wate û qîmet bidinê.

Fêhmkirin, watedayîn û jê sûd wergirtin azadî ye.

BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ