Mardin Roj

Keda jinê pîroz e

Keda jinê pîroz e
  • 01 Mayıs 2021
Zekiye Akçakale ya di salên 1993’yan de bi zora dewletê ji gundê xwe koçber dibe, piştî koçberiya 10 salan vedigere ser xaka xwe û dest bi çandiniyê dike. Zekiyeya li malê û  bi karê çandiniyê kedeke mezin dide dibêje keda jinê nayê dîtin, lê xak ji jinê re her tişt e. 
Xweza û jin peyvên nêzî hev ên ku hemwate ne. Xebatên çandiniyê û xemilandina xwezayê  cara yekem bi destên jinê çêbû û heya roja îro bi destê wê xwe dixemilîne. Hertim weke parçeyek yê hev bin ji hev veneqetiyane. Ji ber vê sedemê jî koçberî yek ji birînên herî mezin a li ser dilê jinên mezopotamyayê ye. Dema 1’ê Gulanê roja kedkaran jî tê gotin bê guman jinên ku di mal de û ji derve jî bi keda xwe ya mezin û veşartî dixebitin tê hişê me. Ji ber vê yekê jî em li gel jina kedkar Zekiye Akçakale ne û derbarê keda wê de pirsa dipirsin.
Zekiye Akçakale (70) ji gundê Talatê yê girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye. Talatê jî yek ji gundên ku di salên 1993’yan de bi zora dewletê hatiye valakirinê ne. Gelek welatî derbasî metropolên tirkiyeyê bûn. Zekiye Akçakale jî yek ji wan malbatan e ku ji ber serî ji dewletê natewînin koçberî Îzmirê dibin. Li Îzmîrê ji xaka xwe dûr jiyanekê ava dikin. Piştî 10 salan dimînin Zekiye êdî hew diqedîne û dixwaze vegere gundê xwe. Zekiye rexmê temenê xwe çandiniyê li ser 37 donim erdê xwe dike.
‘Axa mirov her tiştê mirov e’
Zekiye bi tevir û meqesa xwe ya giyabirînê re di nav bostan de daran diedilîne. Di navberê de jî bi me re diaxive û wiha qala koçberî û veqetîna xwe ya welat dike: “Em jidayikbûnê heya niha di nava xwezayê de bi van karan re mijûl in. Yan çandinî yan sewalkarî ye. Koçberiya salên 93’yan li me pir giran hat. Pir bandor li yiyana me kir. Em ketin nav xizaniyê. Zarokên min biçûk bûn. Lê piştre em dîsa vegeriyan ser axa xwe.  Ji me re ax her tişt e. Veqetîna ji wê mirin e.”
‘Ez 37 donim erd bi tenê çêdikim’
Zekiya wiha dest bi qalkirina kar û barên xwe dike: “Em beriya roj derkeve radibin. Em li mal taştê dixwin û ji bo fîravînê xwarinê amade dikin. Ez û hevjînê xwe tenê tên. 37 donim erdê me heye em li ser bi tenê çandiniyê dikin. Temenê min 70 ye û yê hevjînê min jî diçe 77’an. Ew qet nikare bixebite. Bêje ez kar hemû bi tena serê xwe dikim. Ez behîv, mêw, mişmiş, hirmî û sêvan diçînim. Heta êvarê di nav rezan de me. Berêvarê jî ez diçim mal û vê carê cardin dest bi şuştina cilan dikim, xwarinê amade dikim  û paqijiyê dikim.”
‘Karê jinê tim jinedîtî ve tê’
Zekiye wiha berdewam dike: “Karê min qet naqede. Çandinî biqede ez ê dest bi çinînê bikim. Ez vê carê ji tirî bastîqê çêdikim. Ez fêkiyên din jî kom dikim  û li zarokên xwe belav dikim. Karê jinê tim ji nedîtî ve hatiye dîtin. Mixabin ê me jî wisa ye. Lê li aliyekî jî xweza ji keda min re dibe bersiv. Dilê min rehet e tim, ez pê aram dibim. Li bin van daran wext zû diherike.”
‘Roja kedkarên jin pîroz be’
Zekiye got jin xwedî kedeke mezin e û herî zêde jî roja kedkarên cîhanê li wan pîroz be. Zekiye wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez weke jin min ji zarokatiya xwe ve ji derveyî kar tiştek din nedîtiye. Mêrê ku bi hêza xwe serdestiyê li ser min dida meşandin bi qasî çarêka min nikarî bixebite. Niha ez 37 donim erd û ser de jî lê temaşe dikim. Jin bi hêz in, ji mêran bi hêztir in. Bi taybet jî dema mijar bibe xweza jin serkêş in. Keda jinê pîroz e. Ji ber vê sedemê jî herî zêde jin pîrozkirinê heq dikin û herî zêde roja wan pîroz be.” (Jinnews/Medya Uren)
BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

BİR YORUM YAZ