Mardin Roj

Jiyana Dayika Aştiyê Sureya Yilmaz a bi têkoşînê hat honandin

Jiyana Dayika Aştiyê Sureya Yilmaz a bi têkoşînê hat honandin
  • 18 Mart 2021
Sureya Yilmaz a yek ji dildarên aştiyê ye û 20 sal in di nava Dayikên Aştiyê de cih digire wiha got:”Di vê jiyanê de me tiştek ji aştiyê pîroztir nedît. Rexmê hemû gef û dijminatiya li me tê kirin, li dijî şer me got aştî. Ev têkoşîna me weke hercarî berdewam e. Ez jin im, kurd im û dayik im. Ji bo vê nasnameya xwe ez ê tim jî têkoşîna xwe bidim dewamkirin.”
Dayikên kurd ên navê aştiyê li xwe kirin,  li dijî hemû zilm, bindestî û bişaftinan bi salan li berxwe dan. Dibêjin em hene, zimanê me çanda me heye. Ev zarokên ku hûn pêre dijmaniyê dikin zarokên me ne, ev xaka hûn bombebaran dikin ya me ye. Weke bi hezaran dayikan Dayika Aştiyê Sureya Yilmaz jî bi salane dixwaze hewara xwe bi berxwedan û xebatên xwe re mezin bike. Bi salane rexmê bûyerên jiyaye ji bo aştiyê dike hewar.  Sureya Yilmaz a jiyana wê bi têkoşînê derbas bûye ji me re behsa têkoşîn û zehmetiyên dîtiye kir.
‘Her cure tundî li min hat kirin’
Sureya di sala 1950’î de li gundê Bafawa (Qeyader) ê girêdayî navçeya Stewrê ji dayik dibe. Di temenê xwe yê 15 salî de bi mêrê ku xizmê wan bû re tê zewicandin. Sureya hîna fêrî vê jiyanê nebûye di sala yekem de zaroka xwe ya yekem tîne cîhanê û bi giştî dibe dayika 13 zarokan. 4 zarokên wê hîna biçûk jiyana xwe ji dest didin. Li gel êşa gef û tundiya malbata hevjînê xwe vê carê êşa zarokên xwe dijî. Sureya wiha qala van deman dike: “Em di zarokatiya xwe de bûn bûk, dayik, bêrîvan û cotkar. Rexmê van barên giran her cure tundî li min hat kirin. Bi fîzikî nebe jî me bi gotinan jî tundî li me dihat kirin. Di bin wan şert û mercan de min zarokên xwe mezin dikir. Vê carê mirina 4 zarokan êşa hemû tundî û zehmetiyan bi min da jibîrkirin.”
‘Em nikarin li hember xuşk û birayan çekê rakin’
Sureya êdî ji mirina zarokên xwe re jî nabêje êş. Ji ber ku her roja tê xwezî bi rojên berê tîne. Leşkerên dewleta tirk her roj êriş dibir ser gund. Sureya wiha qala gef û zilma dewleta tirk dike: “Weke min got em cotkar û xizanên xaka xwe bûn. Ji ber nasnameya xwe me hemû zilm dît. Bavê min, hevjînê min ango çi zilam di mal de hebûn digirtin û li ber çavên me îşkence li wan dikirin. Wan sax dibirin mirî vedigerandin. Digotin bibin çete. Yên me jî digotin em nikarin li hemberî birayên xwe, xuşkên xwe çekê rakin. Ya rast jî ev bû. Ma me yê zarokên xwe, birayên xwe, xuşkên xwe qetil kiriban? Wan ev dixwest. Ev gotin tenê bes bû ji bo me jî qetil bikin.”
‘Me bê war hiştin’
Sureya wiha berdewam kir: “Leşkeran êdî fam kirin ku em xayîntiyê nakin. Ji ber vê sedemê jî bi hemû hêza xwe êrişî me kirin. Malên me xira kirin, pezê me telef kirin, erdê me talan û wêran kirin. Me ji jiyanê qut kirin. Lê em gelekî berxwedêr in. Weke hercarî me kêfa wan neanî. Me ji gund dûrxistin. Di dawiya sala 1993’yan de em li navçeya Qoserê ya girêdayî Mêrdînê ye bi cih bûn. Tenê cilên li ser me bi me re bûn. Ewqas mal û milk jî çûn. Ji bo em debara xwe bikin me serî li hemû riyan da.”
‘Hîna mezelekî wî tune ye’
Piştî ku malbat li Qoserê bi cih dibe zarokê wan Metîn Yilmaz ku  li dijî bûyerên jiyane serî radike di sala 1994’an de tevlî nava refên têkoşerên azadiyê dibe. Piştî tevilbûnê ya 2 salan jiyana xwe ji dest dide. Hîna cenazeyê wî nehatiye dîtin. Sureya li ser kurê xwe van gotinan dibêje: “Me pir kişand. Zarokên me bûn şahidê van û bûn mexdûr jî. Li dijî vê yekê weke çareserî ev rê bijartin. Lewra şehadeta wî zû hat û min hîna mezelê wî ji nedîtiye. Ya herî giran jî ev e. Her tim dibêjim, bila mezelekî wî heba, bila min jê re dua kiriba, min axa wî av daba himbêz kiriban. Belkî hinek jî be êşa min kêm bikira.”
Egîd jî beşdarî nava refên azadiyê dibe
Vê carê kurê Sureya Egîd Yilmaz (28) çîrûskên serhildana xwe pê dixe. Egîd li zanîngeha Stenbolê beşa tendirustiyê qezenç dike û li wir dest bi xwendinê dike. Dema li wir dixwîne hîna 18 salî ye. Di wê pêvajoyê de li welat serhildanên gel çêdibe û Egîd bêy ku xeber bide malbat tê Wanê. Li wir tevlî çalakiyan dibe û dema molotof diavêje polîsan di destên wî de diteqe. Destê Egîd jê dibe û birîndar dikeve destê polîsan. Piştî ku li nexweşxaneyê tedawiya wî diqede dibin Girtîgeha Kandrayê.  3 salan tê girtin û bêyî ku were darizandin tê berdan. Piştî tê berdan jî tê Qoserê û li vir tevlî nava refên têkoşerên azadiyê dibe.
Têkoşîna 20 salî
Beriya çuyîna lawên wê û piştî çûyîna wan jî bê navber dewlet êrişî mala wan dike. Sureya li dijî  van êrişan naxwaze êdî bê bersiv bimîne û dest bi xebatan dike. Sureya ev 20 sal in tevlî nava Meclîsa Dayikên Aştiyê bûye. Sureya hestên xwe yê di vê derbarê de wiha parve dike: “Ez jin im, kurd im û dayik im. Ji bo vê nasnameya xwe min biryar da ku ez jî bi awayekî têkoşîn bidim. Xwezî min karîba kedek mezintir bidim, ev hesreta min e. Lê niha jî, ji niha şûnde jî ya ku ji min were ji bo aştiyê, azadiyê û demokrasiyê ez ê bikim. Ya ku me jiyaye bila kes nejî. Em dayikên kurd ev in. Em dijîn lê nifiran li kesî nakin, li dijî wê em ji bo hemû gelan aştiyek mayînde dixwazin.”
Sureya li ser kurên xwe van lawjeyan dibêje:
“Ez çûm derê dersxaneyan, min pirsî ji mamoste û xwendevanan,
Ka Egîdê min li ku ye?
Gotin min rebenê mane ev 7 sal in Egîdê te nehatiye deriyê dersxaneyan.
Min go Egîdo lawo, mere wer vegere.
Pêşiya berxê min kemîn e, dawî şer e.
Eskerê dewletê li berxê min digerin,
Wê berxê min birîndar bibin ji xwe re.
Lo Egîdo lawo, Ez ê rabim lezkim bilezînim,
Ez ê dîyar û newala biftilînim.
Lo Şofêro horik bajo nelezîne,
Canê Egîdê min nazik e mehejîne,
Min zû bigihîne nexweşxaneya Wanê,
Ez ê bijîşk û hemşîreya li ser serê lawê xwe bicivînim.
Min go bilezkin têxin emelyatê.
Gotin min rebenê pepûkê mane piyê wî heye, destê wî tune ye.
Metînê min, Egîdê min we mineta xwe li min nekir. (Jinnews- Medya Üren)
BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

BİR YORUM YAZ