Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in

Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in
  • 4 Ekim 2020 09:38 | Son Güncellenme: 4 Ekim 2020 14:40

Li gundê Bilbesê yê Bêşebabê berhevkirina gûzan dest pê kir. Îsal ji ber bereketa gûzan bi qasî gundiyan seforî jî dilxweş in.

Li gundê Bilbes ê navçeya Bêşebab a Şirnexê berhevkirina gûzan dest pê kir. Gundê Bilbesê bi qasî 13 kîlometreyan dûrî gund e û bi dargûzên xwe yên zêdetirî 15 metreyan bilind in bi nav û deng e. Her wiha hingî dar bilind in, berhevkirina gûzan jî zehmet e.

Welatiyên ku serê sibehê zû bi qamyonê dikevin rê, bi werîsan diçin ser daran. Ê diçe ser dargûzê darê dihejîne ên din jî gûzên ji darê dikevin berhev dikin. Dû re gûzên tên berhevkirin li ser banê xêniyan tên hişkkirin.

Nebî Cîn ê 73 salî, diyar kir ku zehmtiya gûzan bilidnbûna daran e û got, ji ber vê gelek kes ji daran ketine û birîndar bûne. Cîn, diyar kir ku gûzên gundê wan gûzine biberhemdar in û baş in û got, ji bo dar gûzan baş bigire 40 salan darê mezin dikin. Cîn, anî ziman ku gûz ji bo wan pir biqîmet in û got, lewma dargûzê nadin bi tu tiştî. Cîn got: “Gûz, ji bo siheta mirov jî pir baş e. Berhevkirina wan û xwedîkirina darên wan pir zehmet e. Zivistanê wexta mêvanên me tên em didin ber wan.”

Her wiha Cîn, diyar kir ku îsal dargûzên wan biberekt bûne û xwest kesên daran dihejînin baldar bin.

SIMOLEK Û DARKUTIK JÎ DILXWEŞ IN!

Ji xeynî gundiyan seforî û darkutik jî ji berhemdariya dargûzan dilxweş in û ev dilxweşiya wan li ser daran xwe dide der. seforiyên ku ji xwe re gûzan berhev dikin bi qasî xwediyên dargûzan dilxweş in. Li gor gundiyan gava gûz pir bin dengê seforî û darkutikan jî pir dertê. (MA KURDİ)

BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

BİR YORUM YAZ