HDP’ê li Gundê Mêrdînê civîn li dar xist

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê û navçeya Mîdyadê serdana gundên Mîdyadê kir û civîn li dar xistin.
Di çarçoveya kampanyaya “Em HDP’yî ne, Li Vir in” de rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û navçeya Mîdyadê, Berdevka HDP’ê parlementer Ebru Gunay li gundên Mîdyadê serdana welatiyan kirin û civîn li dar xistin.
Di serdanê de Ebru Gunay û hevserokên HDP’ê yên Mîdyadê axivîn û welatî ji pirsgirêk û kêyfxweşiyên xwe parve kirin.