Mardin Roj

HDP Mardin’den ‘Kumpas Davası’ açıklaması

HDP Mardin’den ‘Kumpas Davası’ açıklaması
  • 26 Nisan 2021 12:56 | Son Güncellenme: 26 Nisan 2021 12:57

Kobanê Kumpas Davasına ilişkin yaptığı açıklamada “HDP’nin kadın mücadelesine, demokrasi, eşitlik ve özgürlük mücadelesine yönelik açılan Kobanî davasında yargılanacak olan AKP-MHP iktidarı olacaktır” dedi.

 

Halkların Demokratik Partisi (HDP) Mardin İl Örgütü de, il binası önünde Kobanê davasına ilişkin açıklama yaptı. Çok sayıda kişinin katıldığı açıklamada basın metnini İl Eşbaşkanı Salih Kuday okudu. “HDP’nin kadın mücadelesine, demokrasi, eşitlik ve özgürlük mücadelesine yönelik açılan Kobanî davasında yargılanacak olan AKP-MHP iktidarı olacaktır” diye Kuday, kamuoyuna HDP ile birlikte mücadele etme çağrısında bulundu.

 

 

Açıklamanın Kürtçe metninin tamamı şu şekilde;

 

“Doza Kobaniyê ya ku îro li Enqereyê dest pê kir, dozeke siyasî ye ku li odeyên tarî ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye amadekirin û li ser civakê tê ferzkirin. Doza Kobaniyê ku ji serî heta dawiyê bi derew û buxtanan tijî ye, dozeke dek û dolaban e ku bi talîmatên siyasî hatiye amadekirin. Ev doza ku dixwaze civakê dîl bigire û demokrasiyê bifetisîne, nîşan dide ku zihniyeta DAIŞ’ê dewam dike. Wê rojê hemû gelên cîhanê û Tirkiyeyê ji bo Kobaniyê çawa li dijî zihniyeta DAIŞ’ê bûbin yek, dengê xwe bilind kiribin û piştevaniya hev kiribin, îro jî heman piştevaniyê dê nîşan bidin û ew ê vê dozê xera bikin. Divê baş bê zanîn ku tu kes nikare heqîqetê bifetisîne. Piştgirî û piştevaniya hêzên demokrasiyê dê van hesaban xera bike.

Armanca vê doza bi fen û fût ew e ku siyaseta demokratîk bi temamî berdest bike û HDP’ê tasfîye bike. 6 sal piştî protestoyan doz hat vekirin û ev yek jî heqîqetê derdixe holê. Desthilata AKP-MHP’ê îro li her qadê êrişî Kurdan û hêzên demokrasiyê dike, di ser van êrişan re hewl dide ku ji krîzên ekonomîk, civakî û siyasî xelas bibe.

Doza Kobaniyê bi talîmatan hatiye vekirin. Nîşeya ku hêzên ewlekariyê 26ê Cotmeha 2018’an de şandiye dozgerê doza Kobaniyê, bi awayekî eşkere nîşan dide bê polîs çawa talîmatan didin dozgeran. Vê nîşeyê careke din dupat kir ku li Tirkiyeyê daraz ne bêalî serbixwe ye. Bi vê belgeya sosret parêzbendiya parlamenteran hat betalkirin û pê re jî operasyonên Kobaniyê hatin pêkanîn. Dîsa di vê nîşeya talîmatê de ji bo girtina HDP’ê rê û rêbaz hatin danîn. Hew ev belge bi xwe jî bi awayekî eşkere nîşan dide ku doza Kobaniyê dozeke siyasî ye.
Ew kesên ku ji ber neketina Kobaniyê xemgîn dibûn îro dixwazin tola wan rojan bistînin.
Ev doza li ser komployan ava bûyî li hember gel û têkoşîna demokrasiyê hatiye vekirin.

Ev doza seranser ji komplo û dek û dolaban pêk hatî li hember hêzên demokratîk û gelê Kurd hatiye vekirin.

Armanca vê dozê ew e ku muxalefetê bêdeng bike û her kesê ku dengê xwe derdixe, mafê xwe yê demokratîk yê meş û nimayîşê li gor makezagonê bi kar tîne û van mafan diparêze tawanbar bike. Her wiha bi vê dozê dixwazin ku rê li ber têkoşîna jinan bigirin, wan asteng bikin ku jin nikaribin di HDP’ê de cih bigirin.

Di vê dozê de ku li dijî têkoşîna jinan, demokrasî, wekhevî û azadiyê ya HDP’ê hatiye vekirin yê ku dê bê darizandin, desthilata AKP û MHP’ê ye.
Hikûmeta AKP û MHP’ê hewl dide ku bi rêya doza Kobaniyê siyaseta demokratîk bixeniqîne, li aliyê din jî hewl dide ku bi operasyonên derveyî sînor siyaseta xwe ya dagirkirinê berfireh bike. Em hemû êrişên li dijî destkeftiyên gelê Kurd şermezar dikin. Polîtîkayên xwe yên dagirkirin û berfirehkirinê yên ku bi berxwedana Kurdan û dostên wan li Kobaniyê têkçuyî îro dixwazin li xaka Hikûmeta Herêma Kurdistanê biqedînin. Ev zihniyeta ku dixwaze vîna gelê Kurd teslîm bigire û wan ji holê rake, li her qadan êrişên xwe zêde dike û hewl dide têkoşîna azadî û wekheviyê bifetisîne.

Em, piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin û dek û dolabên Doza Kobaniyê bi hevdu re pûç bikin û vê dozê bikin doza parastina demokrasî û civakê. Em li hemberî polîtîkayên şer û pevçûnê dengê xwe bilind bikin. Di vê doza dîrokî de, em bangî raya giştî ya demokratîk, sazî û dezgehên civaka sivîl dikin ku werin em bi hev re li dijî vê pergala vir û derew û kûmpasê, têkoşîna xwe bilind bikin.”

BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

BİR YORUM YAZ