Mardin Roj

Feratê Dengizî quncika xwe ye Delav de ‘Hebûn’ nivîsand

Kûncika Delav

  • 18 Nisan 2020

Delav

 

Hebûn

FeratêDengizî

 

 

Dihengâmeye jiyanê de mirov dikeve gelekrewş û derûniyên curbecur.

Carinan dilxweşî, carinanbêbiryarî, carinan bêhêvîtî, carinandilcoşiyahêvîdoş…

 

Zêde bala me Kurdan, van çend salan e li ser ziman e. Di gelek seminer, panel, hevpeyvîn û hwd. de ev zêdexweş û bi kûrahî tê niqaş û rawekirin. Bimin bi derengî be jî ev karekî xweş û baş e, ligel kêmasiyan. Lewra rewşa jiyan, bindestî û dinyê tê zanîn, di hinek waran de bêhêzî, qelsî tê ratiştinan nake. Gazin, endişe, şik, gûman û pêşniyaz derdikevin holê. Ez bixwe jî carinan dikevim rewşên bêhevî; “way liminê, zimançû…!

 

Gelek caran ev derûnîli me gelekan dibe bar.

 

Birastî jî ji bonî zimanê me xetere zêde ne. Rewş têra gelek tiştan nake. Zarokên me yên ku heta nerin dibistanê her tim û xweş bi Kurdî dipeyivin, bizêdeyî jî ku diçin dibistana seretayî, piştîçend salan hew bi Kurdî dipeyivin û tew hinek jibîra dikin. Îja hinek malbat li malê ji destpêkê bi zaroyên xwe bi Kurdî napeyivin ku malkambaxiya mezin ev e. Ya rast ev rewş bişiroveyan, rastî bişiroveyên min jî dernakeve holê. Lêkolînên civakî û nirxandina wan karekî berfireh û karê pîsporane. Em dilêşiyê rojane dijîn û hilbet wek aktivîstekî zimanê Kurdi peyt û ramanên min, fikir û fıkarên min ji hene û metirsî zêdene. Malbat li malê bûne du nifşan; navser û yextiyar bi Kurdî, zarok û ciwan bi Tirkî dipeyivin. Nifş, yanî yextiyar, ciwan, navsere û zarok bihev re bi Tirkî dipeyivin. Zimanê malê dibe Tirkî.

 

Em dizanin ku domdarî û hebûna ziman bixêra zarok û ciwanane, ma hima em kal û yextiyar bibin pîsporê zimên ew ê çi encamê derxe, berê me ligorê ye, ku nebe malê zarok û ciwanan. Lewra domdariya ziman û jiyanê biwan e.

 

Tehne, xeyd, rexne, acizî tu encamê nadin.

 

Dibe kuhestiyar bim.

 

Dizanim divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, xwestek û rastiya esasî ev e.

 

Lêbi ya min ev jî têrênake. Rewşa Başûr li holê ye û fermîtî û perwerdehî jî carinan wek dilê mirov dixwaze encamê nade. Heyraniya zimanê serdestan malxerabûn û nexweşiyek me ya netewî ye.Bazar, lîstîkên kolanan û warên civat-civakî nebin Kurdî, em derûniyek Kurde war bi cî nekin, encam ne xêr e. Babîlî, Akadî, Latînî û hwd. jî zimanê fermî û perwerdehiyê bûn, ka îro li ku ne..! Ziman divê ruhê civakê be. Piştî ew qas hengameyên  giran, dem dirêjiya dîrokê Kurdî têknebiribe, divê em kûr bifikirn, ku mê xwedeynin berxwe û hezarcarî bifikirin. Ji bonî zimanê me seferberiyek rûhî, derûnî û herwihalazime. Hişmendiyek xurt, zaneyî, berpirsiyarî lazime ku ew ê bibe bingeha yekîti yê jî.

 

Dem dema vê ye.

 

Em çi bifikirn, çawa bawe rbikirin; çi gundî, çi bajarî, çi xizan, çi dewlemend, çi karmend, çi payebilind û nizam çi… divê xala me ya hevpar Kurdî be. Beyîku em dilê hev bihêlin, xwe bi xeyidînin, bi zaneyî, bi derwêşîdivê em zimanê xwe bikarbînîn ku ew li me bibe xwedî û hebûna me bi peyitîne. Lewra ziman birastî jî hebûn e, xwebûn e, hebûnek ku nayê pênasekirin. Birastî peyva pîroziyê jî hindike, carinan bipîroziyê em tiştan wenda jî dikin, na jiyaniyek rasteqînî kar û berpisiyarî ya civaka Kurdan e. Ne dema rev û fitlonekan e.

 

Min dirêj kir. Û ev nivîs têra zelalkirina mijarê nake, lewra ev bîr kûre. Lê derbirina dilêşiyekê ye; dilêşiyek hebûnî û civakî. Me hindik bedel nedayê û êdî bilêvkirina qedirbilind, paye bilind û cangoriyanew ê propagandeyek erzan be, limin biborin û ne hedê min e.Dijberên me di çi êrîşan de ne, ne hewceyî qal kirinê ye, ew li tunekirin û kokqelandina me digerin, hov, erîşkar û çav sor in. Her kar û stratejiya wan li ser asasê tunekirina me ye. Ne hewceyî şirove û korbûnê ye. Necamêran divê rewşa nexweşiya Cihanî ya koronavirüs(Covid-19) e, çiye jî li bayê xwe dinêrin, bali me tînin û kîna dilê xwe vedirişin.

 

Dixwazim balê bikşînim ser xetereyeke jiyanî. Derdêmin ev e. Em Kurd tevbihev re bifikirin.

 

Li bernameyên TV yên Kurdî tevan, biqasî ku fersendê dibinim û tê digi hêjim temaşe dikim, guhdar dikim. Çend roj berê dibernameyekê de rewşa min ser o  binî bû. Neyîniya hişêmin, bêhêvîtiya min li binê guhê tehtekê, li hîmekî mezin ket. Keçeke ciwan ku min navêwên û dibihîst; Hêja. Hunermend Hêja, paşê ez ê hîn bibim ku navê wê ciwanokê HêjaNetirk e. Hin tiştinî dinê jî dider heqê wê de hîn bûm. Tu her bijî keçkokê, bipeyv, tevger, deng, hewes,sînerjî, derûnî… bi her awayî Kurdî jê dibariya. Em bimalbatî pir kêfxweşbûn. Di heftê û yek saliyaxwe de ev cara ewil e ku dilopekhêsir a dilgermiyê ji çavêmin herikî. Bêhemdî min dilxweşiya min xwe da der, êşabi salan a ser dilê min sivik bû.

 

Herwiha dê ev ziman her bijî, heta abadînê.

 

Metirsiya min î dilêş hebikî ferikî, belkî jî ez meseleya metirsiya ziman pir mezin dikim. Coşiyek ket dilê min, û min xwest  parve bikim. Mingo gelo ev enerjî, ev sînerjî, ev vejena jiyanî nabe ku bibe, derûniyek civakî! Divê ku ev ruh belav bibe wek tê geriyê. Bila ev bibe mînak, Kudi vê tengasiyê de ruhe kî wisa derkeve, belkî jî sira emirdirêjiya  Kurdî divê xalê de be; derûniyek jiyanî ya Kurdewar…

 

Na tu têkiliya vê bi nîjadperestî, nizam ezezî, paşvemayîn, tengfikirîn û nizam çi ‘îzma ve nîne. Ev heqîqet û rasteqîniya hebûnê ya jiyanê ye. Hebûn bi xwe xapandin û derûniya serdestan a xerîban nabe. Cîrantî, hevaltî bi  hev re jiyana gelan hilbet rewşek mirovîn e, lê divê em “Xwe” bin. Weke hevî, biratî, şarezayi, şaristanbûn, demokratî… bi “Xwe”bûn ê ye. Wekku N. Hikmet dibêje; “wek darekê yek û azad û wek daristanekê bibiratî!” Têkiliya mirovî, mirovîn, mirovbûn wisa ava dibe.

 

Wisa difikirim.

 

Bimînin bi ruhê Kurde wariyê…

 

 DelavêDengiza

 

 

Nîşe:

Her çiqasî niha rewşa vîrûsa korona li pêş be jî, herwiha bimetirsî, dilfirehî, xwebawerî, tedbir,li  hevxwedîbûn û zaneyî; ev jîyê derbas be. Ya bingehîn jiyan û hebûne.

Her û her demên bê corona ji we re dixwazim.

Û dixwazim bi mijarên curbecur jiyanê bêhn bikim û biwe re parve bikim.

Ku kêmanî hebe biborin.

Em jî wek herikîna avê, wek herikîna jiyanê divê biherikin. Metirsin û xwe nixteyekê de nefetisînin.

Li xwe miqate bin…

 

 

BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ