Mardin Roj

Feratê Dengizî / Delav nivîsand

  • 24 Şubat 2020

Delav

BIXALETÎ

Feratê Dengizî

Îro li Mêrdîne me. Roj bi dilê min, baran her dibare û ewrên xemgînî bêhna min fireh dikin. Jixwe me ji xemgîniyê pê ve çi naskiriye? Jiyana me her û her xemgînî, ma bindestî ne xemgînî ye! Zû de min bêriya vê rewşa Mêrdîna xwe kiribû, bila îro roj, roja min be.

Ji qada Cumhuriyetê ber bi Qehwa Mala Bilalo ve diçim. Rojên berê, zarokî, ciwanî û navseretiya min a şahidiya van deran, bi çavên zarokekî gundî û îro. Dem diçe û tê, li ber çavên min xumamî û rewşguherîn, lê bêhna qehwê û xweşikiya şiliya baranê û bêhna kevirên bajarê min, mîna bêhna hinê, ahengsazî û dengnewaya dilnizm a li ser zimanê min, mîna kilamên dengbêjan û hestên newayên serhildêr mîna serê Kelê a bi mij û dûxan. Îro sere Kelê nexuyaye, lê li wir denge şoreşgeran di kerika guhê min de.

Cildirûn dema bersiva silava min da, xweşahenga şêwe û lixweanîna bavê min anî bîra min, digo cilên Mêrdînî pir lê dihat û pir nişmî bû. Peyman û xatirxwestina dema kurt wekî ya her demê. Min go ya, îro dilê min zêde bar hilgirt lê ez Mêrdînê bêhn dikim û bi bêhn û xweşikiya barîna xweşbaranê serxweşim.

Divê bigihêm civîna zimên, lê dema min heye, ka ez şîşkevabek geznermînî darqutînim, de Xwedê mezin e. Lê xweşkêşa rojê û bajarê min, ez mest kirime. Dibare baran, de bibare û bila ez şil bibim wekî evîndarê hêvîsêwî yî emirqut.

Lê siwara şaredariyê li rastî posteya kevn gihaşt hawara min. Min ji wê qehweya servekirî têr li beriyê nenêrî. Belkî Kedrîcan li wir ba, baran ne xem…

Gava ku li otobusê siwar bûm, bi telefonê dipeyivîm. Ku min peyva xwe qedand yekî ji paş bangî min kir;

– Merheba bixaletî.
– Merheba û serçavan. Çawa yî?
– Canê te sax be.

Camêrekî bi emrê min, ku li ber deriyê heftê saliya xwe, bi ciltaqimekî gewr û li ser xwe, devliken. Ciyê wî di ser min re ye. Lê ez wî nasnakim. Bila be, qey dilxweşiya mirovan nemiriye. Ew dipeyive, nizanim yê kêleka xwe dinase yan na. Neyêser. Mesele peyv e… destpê dike;

– Tarif Erebî?
– Şiweyê, şiweyê…
– Ez jî ew qasî. Ma lawo em kurd çiqas serhişk in. Min go herî ye, lê do ez bi zor birim nav rez. Tev herî bû, em lewitîn.
– We mehser hilanî?

– Na lo, ez bi roja xwe pê re çûm. Me tirî çinî. Em tev di heriyê de man.
– We kir dims?
– Na, bi tirîtî firot.
– Heja bû?

– Herê, Xwedê bi qismetê wî ke, rez pir baş bû, ne wekî yên îsal ku ji arîkê şewitîne, lê digot; ji kesî re nebej tiriyê wî pir e, ha… Bila kes nizanbe, qaşo birê min e, qesîs. Heqroja min jî hindik da. Ne go hema çend goşî tirî ji xwe re bibe.

– Te rahiştayê û têxista nav desmalekê, naylonekê, tiştekî.
– Na, ma ez li xwe datînim. Bila bi çikûsiya xwe bimre. Lawo ma em çiqasî çavbirçî ne. Kuro hema nego du goşî tirî ji we re bibe, wey liminê…

– Tu Tixubî bû, ne werê…
– Na, Şêxkirî me.

Neyta wî yê seknê tune bû. Rêwî hebikî hindik, wî jî ji xwe re guhdarin peydakiribû, ya dilê xwe dirijand.

– Heyra em ji Mehla Tabyê ne. Kes hesabê me nake, li me nanêrin. Camêran tu hesaba jî nakin. Xizmet mizmet tune. Kes devê xwe jî venake.

– Werê ye. Hinekan bîst miyê min dizîn, çû û çû… li nava vî bajarî.
– Ma li derve bûn.
– Na ji hewşê birin, tu dibêjî erd û ezmanan li wan sûnd xwar. Dibêm karê çend sakûlan e. Tûle zêdebûne. Kar tune, emel tune, bi şev heta sibê serxweş û sistdoxîn in. Kes li qîz û xortên xwe xwedî dernayên. Serserîtî û bêexlaqî zêde.

– Rast e. Ne xema tu kesî ye, bêxwedîtî. Tirs a hinan jî rabûye tu zanî. Hêêê hêê. Ê min jî birin, lê ez birakê te me. Ez dizanim kî ne.
– Te ji wan sitend, an jî heqê wan….
– Na. Min şop ajot û derxist. Li ber min geriyan, gotin em pera bidin, heywanan ji te re bikirin, li me helal bike. Min go ne lazim e, û ez helal jî nakim. Xweş heram be. Jixwe heramxwirin û bila biteqin. Jixwe yeko yeko ji ayê min dimirin.

– Te yê pere bistenda. Ê min jî ez texmîn dikim kî nin, jixwe bi qanserê ketin. Heramî namîne. Te çima heqnestend?
– Na. Ez dizanim kê ew elimandine. Derî bi derî ve ye. Çima yên wî nebirin. Ew tê dibe navbêncî. Birê min e qaşo… Yê din jî apê min. Ew tên hêviyê, bi bergerî. Bila yên wî jî bibirana. Derî bi derî ve ye. Min ê wê çaxê helal bikira. Malê min helal e. Yê derve; rez, bîstan kê xwar helal be. Lê yên ku ji hundir birin helal nabe. Helal nakim. Bila yê wan jî bibirana. Qet helal nakim û gotina wan qebûl nakim, dizanim wan rê bi ber diza xistiye, çima yên wan nabin, hey gidî…. Bila yê wî jî bibirana!

– Hela, hela, de tu zanî. Axx edoqewmî. Ez ê dayêm, bi xatirê te.
– Tu ji ku bûyî heyran…
– Serê Dehlê.
– De oxir be…

Dîsa meydan a wî bû. Rêwî kêm. Nexema wî bû, xemnake, bila guhdar hebîn, çi kêm çi zêde. Dile xwe hênik dikir. Qet nedisekinî. Gotinek ji aş yek bajar tanî, dida ser hev. Na ne dîn bû, mirovekî rengesmer î xweşgotin î çavbeşişî.

Va aliyekî din ê bajarê min. Ma dilgermî tunebe dibe. Belkî qet ji lêsiwarê danekeve, ma guhdarên wiha milayîm dê ji ku peyda bike.

Dema ku ez jî dakevim hat. Bi devlikenî min silav dayê.

– Bi xatire te bixaletî.
– Oxir be heyra…

Baş e. Li bajarê min bixaletiyê min pir in; Kurd, ereb, suryanî.
Baran hebikî nerm bûye. Bêhna şiliyê, ya evînê, ya qidam û qehwê ciyê xwe da egzoz û latên betonî; Yenişehir!

Ji qewla Apê Musa; tewlolo… Yenişehir!

Dîsa jî bajarê min, evîna min, de ka ez herim, li bende ye xebata li ser zimanê min.

BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ