Mardin Roj

Çeqçeqo – Feratê Dengizî

Editör

  • 11 Eylül 2020

Warê me.
Axa pîr û kalan ku em li ser dijîn.
Erdnîgarî
Gelo, em çiqas wê dinasin!

***
Kelahek li Delavê Dengiza(Beş Evler) li ser têketina rêya Kunifir(Durusu) heye; Keleha-Kela Çeqçeqo, nevala pişt jî; Newala Çeqçeqo…

Bi dorfirehî dixwazim qala wê û pê re ya derdorê bikim û êdî rist a dîrokzan û arkeologan e.

Pêşî qala derdorê bi gelemperî bikim; Ji binya Kela Çeqçeqo Govê ku ev der bajarekî kevn e, şikeft tê de hene, xeşîba ku ji kelehê tê û diçe ber avê, di vira re diçe dest pê bikim… Ji Govê û heta Stewrê (Savur-ya Mêrdînê) 5,5 km. ye. 500 mt. nêzîkî Delavê Dengiza ye, ji navenda Mêrdînê ber bi Bakur ve 41 km. ye. Ji Govê heta Stewrê, derdora çend malên me yên Delav jî tev bermayîn in, nav kîjan rezî, bin kîjan hîmî bikolî nalê hespan, gem, şerbikên biçûçik î tije ax, zincîrên hesin dertên. Dîsa ji Stewrê ber bi bakur, ber bi Bismil ve jî, nezîkî 10 km.yî tev warên kevnare ne.

Ku te xwe ji Eynûnê (bi Erebî Kanya Biçûk) ya ber Stewrê bi Bakur ve berda, Ehmedî (Başkavak) gundeki kevn î şên, xwedî pirayeke kevnare ye, jê û wir ve Çemê Romanî bi nav û deng e, Romî demeke dirêj li vira serdest bûne, Dêra Romanî hê jî li ser lingan e. Dîsa Sîspan: Navê Newala Çemê Romanî / Newala Sîspanê li aliyê rastê çav dibiriqîne, Şerê Sîspanê, Şerê Newala Sîspanê: Di navbera Ereb(Misliman) û Romayiyan(Xaçparêz) de… li vira çêbûye, derdora B.Z. 700, dibêjin xwînê gewdeyên mirovan li ber xwe dibir, pir şerekî dijwar bû. Em rêwîtiya xwe bidomînin. Jê pê ve Çemê Xanê dest pê dike, ku xana wê şikefteke mezin a di ber Çemê Stewrê de ye.
Li vira divê qala rê bikim, Rêya Hevrêşim (İpek Yolu) bi nav û deng e, zivistanî di deştê, warên germ, havinî di çiyê di warê hênik re dibuhurî. Îca şaxek vê rêyê ji Cizîra Botan berê xwe dida Hezex-Midyat-Qiltê(Dereiçi-gundeki Stewrê yê Suryaniyan, paşê ez ê li ser çend peyvan bikim)-Stewrê-Kela Pozreş-Dêrbendê-Xanoserê-Tepê-Bismil-Diyarbekir. Ji Stewrê pê ve rê bi ber çem re didome…
Em li Çemê Xanê, domdariya Çemê Romanî mabûn.
Em çem û çem herin, em ê di ser Pira Hebîsê ya kevnare re herin Kela Pozreşa(hin xweciyê dibêjin Kelapezreşa-Hîsarkaya) li ser latekî wek Amedê ye, Amedeke(Diyarbekir) biçûk. Li jêrê wê xanek mezin hebûye, karwanan li vira bêhndidan, dîsa rêbira li vira kar dikir, mirov dikare bibêje herêma Barava û ya Dêrevera bi rêbiriya vira xwe xwedîdikirin. Dîsa heta çend sal berê ev der rêya qaçaxçiya bû, Licî, Liciyên qaçaxçî pir li vira hatine şêlandin. Dîsa ev keleh, girê Dêrbendê û Tepê dibîne ku di demên kevnare de têkiliyek xurt ya ber bi qiraxa Dîjle heta Mûsilê diyar dike. Rewşa Xanoserê(Xana Ser, a mezin-Başhan) jî hejayî lêkolînê ye ku, ev der warekî kevnî ne xalî ye.

Ka em vegerin Stewrê. Lewra Stewrê navenda vî warê ku mirov dikare bibiêje; daîreyek ku nîvdaîra wê 10-15 km. ye.

Mijara Stewrê dirêj e, bi çend peyvan em dikarin qal bikin. Piştî Tizyan(Elmabahçe), di dema Miradê 4’mîn de bûye navçe lê weke war pir kevn e, belkî ji Mêrdîn jî kevntir… Navê wê jî balkêş e; bi Suryankî “Staora” tê wateya “Stû” bi rastî jî ciyê wê, erdnîgarî wek stûyê hêştirê (deve) ye, kele serê devê û ciyê ku jê re bi Erebî dibêjin “kambûzê” jî (hawîd-horguç) ê devê ye. Dîsa hinek dibêjin ji navê fermandarê Îskender Stoar tê. Gelek şirove hene; dibêjin bi Kurdî jî ji navê Xwedawend Star-Stêrk tê, lewra Stewrê stêrka derdorê ye, Xwedawend nedizewicîn “stewr” bûn! Her çiqasî niha ji ber polîtîkayên rê ew li qoziyekê hatibe jibîrakirin jî, xezîne-gencîneyek çandî-mîmarî-dîrokî-turîstîkî û muzeyek vekirî ye.

Îca ku tu ber bi Rojhilat, ber bi Midyadê ve herî, piştî 10 km.yan tu yê gundeki Suryaniyan î qedîm bibînî; Qilit-Qiltê… warekî zêde kevn e, li zinar û tehtên derdorê şikeftên Serdema Kevirîn hene, Mezelên-Qebrên di Tehtan de jî… Sûka wê bi mirov dide zanîn ku serdemekê navendek gelek girîng bûye, dikanên sine’tkarî her çiqasî wêrane bin jî, balkêş û cur be cur in. Herwiha navenda Xaçperestiyê ye; du manastirên bi hêbet li ser rê-kaşa gundê Memikan (Yaylayani) he nin, rêz,erd û bihîvên wan zindî ne, dibêjin yek ji manastirê ku zede wêran nebûye, xwedî 360 menzalan e. Belê, hê jî dêrê her sê terîqetên wan; Katolîkî, Ortadoksî û Protestanî wek ku nikûnû bin û ya Katolîkî çalak e, tûrîst tên serdana vira, heybeta dêra hestnî guhertî li ser mirov çê dikin, jiyan û mirovahî balkêş lê devjêberdanî ye. Mirovahî zêde pesndar e lê wehşet bi modernî û herawayî didome û pêkarî her tim rewa ye!

De ka em vegerin Çeqçeqo, ji Stewrê ber bi Rojava ve….
Wexta ku Tizyan navçe bû, rêya ku ji Cizîrê dihat Stewrê, şaxek rê berê xwe dida Tizyan. Di Delav re rê berê xwe dida Newala Çeqçeqo ya pişt Kelê-Kela Çeqçeqo…. Neval tev teht-rizde û hîm in, ku karwan diket vira çeqeçeqa dengê nalê wan olan dida, (wexta ku min bi ciwanî neql ji Girê Şêran dikişandin, dengê simê heywanên me jî heman olan dida wek denge lingên qantirên ezingvanên Stewriyan, lê zeman û dîrok bêbext û bêbersiv!çeq-çeq-çeq…)dengê lingên ajalan çi hêştir, hêstir, hesp, ker dibû mîna aşê cinan, deng digiha azmanan. Loma Navê Newalê ma Newala Çeqçeqo û eynî nav da Kelê, Kela Çeqçeqo. Îca newal pir dûr û dirêj e, rê bi Ziyaretka Kero, Sarîca Hecî Izer û Qûçê, Qûça Mirîda didome û digihê Bakustan, bi Bernişt re rê digihê Tizyan, berê ev rê zêde dişuxulî, nifşê me jî bû şahid, lê zeman, ax zeman… Kî dizane li ser vê rêyê çi bû çi qewimî, evînî, xapinî, diz û tolazî, rêbirî…De zeman û xweza ker e! Belkî çendî dergevanên Kelê di tavheyvekê de keça Mîrê Kelê revandibe û xwe avêtibe bextê Mîrê Kela Pozreşa yan jî Elmedîna. De bila ev jî di veşariya zemanê bêbext de bifetise. Her ku li pozê Kela Çeqçeqo dinerim, nizanim çima evînek bêhêvî erîşî dil û mejiyê min dike. Ew bi ber heswê xwe sipartiye rima xwe, simbêlê xwe badide û nifir an jî çêran dide çerxa felekê. Di ber xwe de diminminîne belkî;
Ne dilopek av dixwazim
Ne jî gepik nan
Zeman
Zeman dixwazim
Ax zeman, afirînêr, bexîl û bêwijdan
Mifteha jibîrakirinê di dest de
Qadê dixwaze
Ku kabê te mîrnehat
Herê zeman, ax zeman…
Mirov dikare bibêje vê çembera mîrateya çandî-dîrokî heja ye û Kela Çeqçeqo wek têketina bajarekî ku van gişkan dixe nav xwe ye. Çeqçeqo deriyê ewlehiyê bû, karwan, her kî çi be bi destûra vira ancax daxilî vê axê bibûna, Kele nobedar, dergevan û asiya ewlehiyê bû!

Beriya ku biqedînim divê qala rêyek dinê ya vê axê bikim. Rêyek ku nifşê diya min jî ji bo guhertinê bikartanî; Ji Mêrdînê ber bi Bakur ve, Zinarê-Xişxişokê-Şatih-Barman-Girê Şêran-Şewlê Hacikê- Newala Kelê-Girikê Izêr… xwe digihand Elmedîna, Elmedînaya li kêleka Çemê Batmanê, binya pira Batmanê ya niha… Ji Pirê heta Girê Sîra… Di dema Bavê Ehmed pêşiya Eşîra Riman(Ramanlilar) de jî ev bajar tije şênî bû, li dar bû. Hê gelek mirovên Baravî-Surgicî, nexasim Şûtî û Dêrîşî dibêjin qeyda me li ser Elmedîna bû. Tê bîra min Kalikê min Hecî Izêr di sitranekê de digot, “Berê bavê Nûrê li Elmedîna li bajêr e, di heqîba wî de sêsed zêr e…” ne şaş bim, niha xeta boriya gazê ya ku ji Bamanê tê Mêrdîn heman guzergâh e.
Dixwain bibêjim ev xaka candar tijê mîrateya çandî ye jî…
Bendewarê lêxwedîtiyê ye.

Ax û welat bendewar in!

Têbinî: Dibe ku hin şaşî-kêmanî hebin, lêborîn her daîmî ye.. Mirovên xwedî agahî-agahdarî divê em li ser xaka xwe, li ser axa xwe binivîsin. Lewra serdest me nanivîsin!

BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ