Bêhna Qîrê -​​​​​​​ Feratê Dengizî

  • 31 Mart 2021 14:29

Bêhna Qîrê

​​​​​​​Feratê Dengizî

​​​​​​​“Bûka salê, qeşmera malê”

Wexta ku min bi xortimê kulîlik û darên xwe av dan, bêhna lastîka wê (bûye adet ku kulîlk û gulan êdî di nav lastîkên temafîlan de diçînin) ya ku li ber tîna rojê germ bûbû ez birim demek dûr î zarokîn ango sakûltiya xwe.

***
Bavê min li ser soza xwe nesekinî û xwest min bi tirsîne.
Lê min jî li gorî têgihîştina xwe ya zarokîn rêyek dît.

Wê salê (havîna 1961’an) bi rewşek xurt ez bi ser ketim, wek her salî, derbasî pola çaran bûm. Diviya bavê min wek xelat, min bibira bajêr. Lê her dem digot, ‘vê carê na, carek dinê…’
***
Wî alvêr dikir; ya daran, darên hewran ya genim, nîsk û herwiha… qemyonek nîsk amade kiribûn, wî û şirîkê xwe Ferecê Hemo.
***
Wê salê bi mehan tevî dewarên xwe, wek her sal, em colek zarok li Girê Şêran, dora Bêrmê nehtorî bûn, hin xort û qîzên gihaştî ji bi me re. Li wir me him nehtorîtî dikir, him jî dewar xwedî dikirin û qet nedihatin mal, em şevderî bûn, li şevderê diman. Xwarina me ji mal dihat, lê me şorbe, girar, serbizêr… çêdikir, nan her ji rojekê duduyan ji mal dihat, me nikaribû nan bipêje. Lê em nehs, bêtore bûn, bûbûn keleşên Girê Şêran, her bêrêtî dikir, bêrêtiyên zarokîn.
Me dewarên xwe li Serê Rezên Kunifriya av didan û zirar dida wan, nexasim jî bihîv, me bi têran bihîvê wan tanîn û wan jî li ba mezinan gilî li me dikirin. Mezinan ceze didan me. Lê yê me hey ho… em li ser rêzika xwe nin û mezin jî di tengasiyan de.
Di zaroktî û ciwaniya me de kar pir zê de bûn. Teknolojî, motor, elatrîk… ji ber ku tunebûn, her tişt li ser milê me û ajalan bû.
Karê zêde; ber karikan, karê rezan; cot, kesax, pêçan(sixme; şivên berû yên ter), merdan, êzingên mehserê, çûna ser mehserê, kişandina tirî bi qetûfan, cotê erdan; nîsk, nok, ceh…, ne bes e eşêf, rêsî, paleyî, bênderhilanîn, gêre, neql(anîna qut î malê, karê zarokan, pişt li me dişkest ji ber baran), êzingên çele(zivistan), çilo, ji bonî pez, avdan; karê aviyan ê dehl û tarûtûr(behcanê, sor, ên reş, îsot, xiyar û hwd), nehtorî, şivanî, gavanî, kolana nav dehl û tarûtûran, kare sivik ên bîstanan e; cot, kewik, eşêfî, danîna şebeş, petêx, şimamok, qitî, gulê berbiro, tirozî… Tew şewata êtûnan, zêdebûna ser kezebê; dinyayek êzing û çilo divêt. Ê da ke ev hal e. Kare me zarok û ciwanan havînî malkambaxî, malxerabûne. Hê elatrîk, tereqtor tune ne, her tişt bi pişta keran e. Hesp û qantir kêm in. Kar tev bi milan e. Hesab li ba we, kêf û şahî li cem me..!
Ji ber ku gundê me ne eşîr, rehye bûn, her kesî karê xwe dikir. Her kes mîrê mala xwe, lê bavik hebûn; alîkarî û palûte(zibare) hebû.

Em werin ser meseleyên xwe;
Me bêarî kir û Felêyê Qedîfe di xew de bi zilikê nepixand; rebeno nanê me anîbû, qenciya me jî ev! Ku şiyar bû, me tevayên cureyên berên bîstên li ser ferşikan li ber xist rêzê; nanê kartû yê nermkirî, du şebeş û çend cure petêxên tîfilkirî, çend cure tirozî, bilxwira ku ji êvarî de maye, mast.. divê ku tevan bixwe, bi ser nepixandina xwe, zik werimî ye. Çiqasî digirî, dibê zikê min têşe, Şikriyê pismamê wî ku xortekî gihaştî bû, xwe di pişt deviyê de vedişart û bi dengekî tirsdar bi Tirkî digot, “ez tixtor im. Ku tu nexwî ez ê derziyê li te xim.” Heta esirkî rebeno tev xwarin, lê hal ne tu hal… Em tirsiyan, wê biteqe, me we bir ser çalê bi av û sabûnê zikê wî firkand, şûşt, lê ne çare. Êvarî me ew li ser kerê ediland û şand malê, a din rojê şivanekî xeber ji me re anî go; hûn cezelî ne, heta du heftan ew ê nan û şîv ji we re neye… De haydê!
Nîv saetekê me mehdê xwe kir, lê xema me ye. Em li çareyan geriyan. Çawa be em wek komek qerebalix a eşqiyayan in. Me ji Serê Rezê Kunifriyan xiyar, bihîv, behcan gelek anîn. Şîr pir e, hinek nîsk û bilxwirê me heye. Nan kêm e, de “Xwedê mezin e!”
Êvarî me şanoyek li dar xist, hebikî dîlan kir.
Me pêşî govend gerand, adeta me yekî digot, ê din jî lê vedigerand. Dûrika me ya xweş kinê bû;
Ay lê Kinê lê Kinê mala minê way way
Sîng penîrê lê Kinê firotinê way way
Min dixwaze li Kinê min bidinê way way

Ay lê Kinê lê Kinê rihana şewla way way
Min av dayê lê Kinê bi elb û dewla way way
Payîz bi xêr lê Kinê wehdê qewla way way

W’ez ne kin im lê kinê ne dirêjim way way
Tak rihana lê kinê şax tavêjim way way
Dosta lawkê lê kinê xwe’y dengbêjim way way
Di pê re, “Nûrê; Hey lê Nûrê lê Nûrê lê lê Nûrê / Tilî(Gulî) ji têlê tenbûlê kafir Nûrê…-
Dondirxan; donê gaye beleke, zeriyê derî veke..”
Heta ku em betilin; ên ku çûn ser holika ser darê, ên li erdê, ên li dora xirbeyê dewaran me serî xist xewê, bi seyra stêrkên beloq î şewqxweş. Li herema Bêrmê li nav şewl, darek me ya berû mezin hebû, ew warê me bû. Bi roj her kes diçû ba bîstanê xwe, karê xwe dikir. Lê êvarî dema şîvê û heta sibê em li cem hev bûn. Çend roj derbasbûn. Em gazinên xwe, dişînin, em poşman in, ilim jî em dayikan aciz dikin, dilê wan bi me dişewite, piştî hefteyekê cezê me rabû. Qasidên me jî gelemperî şivan in, şivanên gund, ew jî carinan bi me disitirîn, em alîkarê hev in.

Em hatin sêra berê.

Lê ka ma em dihewin.

Du mezinên me qîzik hebûn; Nahîle û Melo… Gotin bi henekî bila miriyekî me hebe, em veşêrin û şînê bikin. Hilbet ev tev êvarî ne. Bi roj her kes kare wî heye; êzîng, heta me hinak qurm radikir, karê haziriya çele. Em çawa bikin, me go wele Osmano (Yekî dirêj î, bi emir mezinê me gişkan bû) çûye ketiyê baxçeyên Kunifriyan û tiştek di qirikê de mayê û qaşo miriye(Ev şanoya me paşê bû malê Mala Hesenê Bedrê-mirtibên herêmê- di dawetan de lîstin. Di daweta xweha min de bi heman qadroyê me lîst. Çîrokek xweş û dirêj e.) Wele me Osmano li gorî adetê şûşt, kefen kir, bi derfetên xwe, li ser darê miriyan kir. Tirba wî kola û wek adetê me ew veşart. Lê me ax ne avêt ser, me tevayên cilikên xwe yên xewê; qapût, doşek, lihêf tev avêtin ser. Lê jorê tirbê me hinek ax da ser. Malî le ser digiriyan; “Birawo, birawo, ecûrê Newala Kunifir di qirikê de mawo…” Demekê wisa çû, nizam hat bîra kê “kuro Osmano nefetise!” me bi eceleyê tirb vekir, yanî tişt û miştên xwe ji ser hilanî. Wele Osmano çûye. Firkandin, av filan bêvan, piştî nîvsaetê wele rih hatê, li heta çend salan jî rûyê wî spî, wek ê miriyan ma; zerikî…
Ma sekna me heye!
Me zûzûka cezeyê xwe jibîra kir. Îja jî me Hizetkê Ereb ê ku nanê me anîbû nepixand wek Felê… Ew pir nepixî û tirsa me jî mezin bû. Me ew bi halekî xerab bi rê kir û heneka xwe domand; Oxir be/Şîva te bilxur be/ tije bixur be/kevçiye te biqul be…
Herê cezeyê mezin hat; 20 rojî nan ji bîrabikin. De wê çawa be halê me…
Me carekê zilamekî Ewînî xapand, a rast şêland. Berê peyatî xelkê Surgiçya di Girê Şêran re diçûn Mêrdînê, ya rast ew rê rêyek kevn a Elmedîna ye jî, rêya navbera Mêrdîn û Elmedîna ya bi nav û deng a li ber Batmanê, Çemê Batmanê, Elmedîna niha bûyê warekî winda… Neysê, yê Ewînî ji Mêrdîn dihat û têra wî tije nanê firnê, me ew sekinand, dest bi bazarê kir;
– Xalo em ê barekî şebeş-petêx bidin te, nan bide me.
– De herin lo, ez nahdim. Ka çend tehlika bidin min, ez bi riya xwe de herim! Qeşmerno!
– Xalo, nan bide me. Em bê nan in, tê poşman bibî. (Jixwe cezê me heye, bila ev jî dehê li ser nehan be…)
– De bicehimin. (Û xwe kişand nav bîstên, çend kalik-şebeş- û tehlik –petêx- ji we re jêkir. De baş e! Jixwe sî û stare nakeve me.)
Me du heban, barê kerê danî, nan û helaw da aliyekî û yekê me yê girs î şêrgele, bestika Xalo girt. Çavên Xalo çû nav serî. Ji leplanî ket, qet lep hilnanî… Me têra wî tijê kalik û tehlik kirin û got; de oxir be… Sawa me ketibû ser, em pir bûn, cidiyeta me dît, li pişt xwe jî nenerî… Vêna jî deh roj li cezeyê me zêde kir. Welhasil mehekê em bê nan û şîv in. Qatix; mehîr-mast-şîr ji me re neyê, halê me ne tu hal e. Bulxwir û nîsk jî hêdî hêdî xatir dixwazin! Bi ser de mêvanên me hatin, Apê me Fikrî û hevalekî wî yên Ewînî; mehkûm bûn û li binxetê bûn, hatina wan î serxetê jî ne ji xêrê bû. Herê qaçax tanîn, lê dibe ku kuştinin jî çê bibin. Em man di esargê de… Divê em şîvek xurt bidin wan.
Hinik bilxwira me hebû, keçik jîr bûn, şîr ji şivanan distendin, hinek şîrê çêlekên me jî hebûn. Welhasil bilxwirek bi şîr û bihîvan(bihîvên Serê Rezên Kunifriyan!) çêkirin ku tiştekî wisa bitehm, biekl tunebû, lênan tune! Mêvan şaşwazî man, pir bi kêf bûn, gotin, “çima nanê we tune?” me got “paşê em ê qal bikin!” piştî şîva me kêfxweşiyek saz kir, wê rojê dîsa şivanên gund hatibû cem me, qala qehirîna malbatan dikirin, me got, de zêde nekin! Ji bonî xatirê mevanan me şahiyek li dar xist, çi tira me hebû divê me bikira, lewra mêvan dikarin efwa me derxin… Pêşî me govenda Tûriz gerand, ez ê paşê hîn bibim ku Tûriza me, govenda Delîlo ye, lê Delîloya me hebikî cuda, heremkî bû;

​Delîlîm delîlîm lê Siltanê
Çêlek doşê lê bêrîvanê
Pere mane lê li ser dikanê
Kanî heqê lê ramîsanê
​…… ……..

Dor hat ser Leylo;

Leylo Leylo ziravê
Zarxweşê kafirbavê

Leylo çûye hûrika
Leylo Leylo ziravê
Deng ketiye ji dûrika
Leylo Leylo ziravê

Leylo li nav xirtika
Leylo Leylo ziravê
Bi nanê ceh da çirtika
Leylo Leylo ziravê

Leylo diçe ser avê
Leylo Leylo ziravê
Agir berda hinava
Leylo Leylo ziravê

……. ………

Herê ma bê qeşmertî dibe, ma çend qirdik çêkirin, şano li dar xistin, keçikan erd û ezman hejandin.

Îja me bi çepikan û rûniştî, dûrika Lo Berde got;

Şeva nîvê şevê da lo
Di giranya xewê de
Destê xwe da destê min lo
Di rohniya heyvê da

Lo berde, lo berde
Lawko destê min berde
Havîn e (Havînî) b’kul û derd e
Lawokê zendê min berde…
Wa bav’êm hat wê min bikuje te bi ser de…

………

Paşê ez ê hîn bibim ku ji dewsa ku em bibêjin “Evînî b’kul û derd e” me digot “Havin e , kul û derd e-Havînî b’kul û derd e…” qey kare havînê mal li me xerakirbû ku me evîn-mevîn dabû aliyekî “havîn” xistibû dewsê… Tew ew rista dawîn “Wa bav’êm hat wê min bikuje te bi ser de…” wek ku ev rist ji herêma me pê ve li tu herêmê tuneye! Ev rewşa civakê radixe ber çavan ku, “cezeyê revandinê giran e, herî kêm kuştine…” Carekê em li Newala Sîna (herêmeke gundê me) li ber dewara bûn, bihar bû, baranekê dabûye wek tu kum bera erdê dî, me xwe di berqefekê de bi zor bi cî kiribû, qurnisandibûn, ji bo ku em germ bibin min vê dûrika gotibû, wexta dorhat ser vê ristê, ku min got, “Wa bav’êm hat …” mi n ji qazî navber dirêj kir, awaz bi derengî xist, hevalên min gişkan gotin “ka bavê te!” De mizirtiya zarokîn. Hey gidî, min digot “bila emrê min ji pêncî ne zêde be, emrê zêde derd e, heram e” lê va dirêj bû, bi zarokî jî min fêhmkiribû ku emrê dirêj bela ye, herhal ji zorî-tehdeyiya zaroktiya me bû! Hê jî wisa difikirim, “emrê zêde bela ye!” Tew ku mirov Kurd û bindest be!
Ez serê we neêşînim, me xwe pir êşand; da zirtik û çirtika û me derdê xwe ji apê xwe Fikrî re got ku, me bide efûkirin…
Di vê navberê de min bihîstiye ku ew ê bavê min qemyonek nîsk jî bibê Mêrdin, hedara min nayê. Dem dibihure û miraqa me-min zêde!

* * *

Debara min nabe, xeber nayê, nehat, “wele apo em nedan efûkirin, ji bîra kir” ma çi îşî wî jê ye, şîva xwe xwar, kêfa xwe kir û çû! Dem çawa niçe nizanim û rojek dîsa bû êvar, şivan dîsa hatin, yekî ji wan got me şîva we aniye; çi xeberek xweş! wek ku efwa mirovê idamkirî were! Em li dorê bûn kom, şabaş, petex, qitî, tirozî jê re kirin çirik, de ka bêje lo… Apê Fikrî gotiye; “Ev zarok pir jîr in, wan wisa nexin tengasiyê, ma şîvek dan me ku me heta niha bilxwirek, girarek werê bi tehm nexariye. Çi kêfçî ne hûn nizanin, wele hûn ê wan efû bikin…” devê me çû pişt guhên me, me zêdeyî guhdar nekir, efû hatiye. Paşê li tenîştekê, ji min re bi dizî got, “ez mizgîna xwe dixwazim, bavê te go bila bê mal, qemyonek jî li gund hebû!” Ma edî ez çi dixwazim. Nizanim çawa bû sibe, min heywan û her tişt di stûyê xweha Nûrê de hişt, yella gund…
Gund heyhole ye, qemyona nîskan bar dikin, emele pir in, nan tê hazirkirin li aliyekî û ez jî wek beriyan, hov, qiler û perişan im. Bi awayekî min xwe vedizî, sere xwe şûşt, porê xwe şeh kir, xwe ediland, li gund av jî tunebu, Dengiza bejî ye, em ji ava çalan, çalên di tehtan û ava baranê, sûdwerdigirn, welhasil ev jî perîşaniyeke din… Di xizmeta mêvana de, amadekariya min bala bavê min kişand;
– Xêr e, te ewqasî xwe li hev aniye?
– Ez têm bajêr.
– Na, kurê min. Xizmeta mevana ku qediya, qemyonê bi rê bik û her ba heywanê xwe…
– Çima?
– Niha zû ye, ku karê havîniyê qediya ez ê kurê xwe bibim bajêr!
Tiştek, wek ku hûrikek di dilê min de şikest, dîsa heman çîrok. Girî fêde nekir, hevkar Ferecê Hemo jî pir israr kir, na! Bavê min carekê li intê siwar bûye. Go na, na ye, ez dizanim… Êêê.. Ma wisa dibe. Min li rewşa qemyonê nêrî, barkirin qediya ye. Min miawin da aliyekî, berê jî xweş-bêşa me li ba hev hebû. Min got, “ku qemyon bi rê ket, tu wer dawiyê, rajê destê min..” got, “temam” min bi destê xwe karê xwe rast kir, de çi dibe bila bibe, wele lêdana bavê min dijwar e, de bilake, ez ê herim bajêr, ez ê herim Mêrdîn..! Ka ev kêf bi destê kê dikeve, ma min nakuje! Her tişt temam bû, wê qemyon ji nav erdê Mala Hemo bi rê keve, ez jî amade me û me biryara xwe anî cî, ez li ser qemyona nîska me û devê min li pişt guhên min! Bi baldarî li her tiştî û derdorê dinerim, me esirkî da rê, gava ku em gihan Deriyê Meşkîna (Deriyê Diyarbekir) roj çûbû ava û ez ji ber dîtinên xwe û kêfxweşiyê serxweşim. Her tiştî ji miawin dipirsim û ew jî qilawizê min. Ev çi lempeyên rengorengo, xweşik û bi şewq in! Bi rêz in, tew berî, ji dûr ve lempe wek stêrkan in. Miawin go, “ev elatrîk in, hê tê gelek tiştan bibînî!” îca elatrîk çiye? Devê min ji hev, aqil tevlîhev! Li Deriyê Meşkîna ên me û ên ku nîsk kirîn li hev kirin, divê ez dakevim, îca ew ê çawabe? Wek pisîkê ku di ser satila mast de hatibe girtin soromoro, çav li revê me, lê ez ê bi ku ve birevim! Bavê min bikehr û xezeb berê xwe da min, lê hevkarê (şirîkê) wî Ferec nehişt û xwe xeyidand, got;
– Lawik jê hatiye, serkeftî ye, te soz daye, îca ev çi xezeb e?
Wele bavê min aciziya xwe domand, xwe kişkişand lê wexta ku bikirên nîskan bazarek nû vekirin û gotin, “nîskan ji qemyonên danexin û rast bibin Diyarbekir, bibin Carbekir!…” û perenî baş dan wan, bavê min sist bû, rûyê min jî wek gul! Bavê min êdî devlikene;
– Lawo wele te ducaran qezenc kir, tew tê Diyarbekir jî bibînî! Tu tê yî Carbekir!
Periyê min hebûna ez ê bifiryama….
Îca bavê min ez xistim ba şifêr(Şifêr Mehelî) cem xwe, bi kêf û eşq me berê xwe da Carbekir! Lê bi qasî min fêhm dikir, rê ne xweş bû, qemyon diket kortalan, toz û ecacok radibû û meşa me jî ya kîso! Her ji bênkê em dipengizîn. Lê de va kêfa çûna bajêr ev e! Îcar bavê min qelawiz e, her tiştî ji min re ravê dike, lê şev e û aqlê min li gorî zarokiya min têdigihêje, tenê min Xanka Jorî ya Jêrî fêhmkiriye, kêfa bavê min li cî û distirê, Ferecê Hemo jî ditewîne, (xweş kilam digotin, dengê wî jî xweş, lê her tim nedistira, çawa be meznê azbetê ye, divê giran be, xwe sivik neke!) Kilama Bavê Lalo di aqlê min de mabû û “de haydê Kurdo yûrî…!” ev çi sewt e, ev çi gotin e lo… Lê ber bi ciwaniyê de ez ê jî bibim bengiyê “Bavê Lalo” û ez ê zû fehm bikim ku “de hayde Kurdo yûrî!” çi ye?! Ez di navbera Ferec û Bavo de me, Ferec her ji bênkê şiqamek sivik li min dide, “De eferim, te li ber xwe da, va tê bêyî Carbekir! Ev jî xelata te…”
Nizam çi wextê şevê, bû çewçewa wan, her kes daket, bû çepçepa şewqên wan, pê cilên xwe paqijkirin… Ez jî ba hawayekî daketim, bala kesî ne li min! Şaşwaz im û bêhnek tîr î ne xweş li pozê min dixe, tehma devê min tirşo û qirka min bi tûjiyeke nenas dişewite. Dikim ku verişim, hevnasîna bi bajêr re ne xweş, bi bêhngenîtî dest pêkir, na ez xerîbim! Bajar ne li gorî min e, da ka em binerin! Demek derbas bû, bavê min hê hişyar bû, bangî min kir, “de were, bimeş em herin otêlê…” Îca ‘otêl’ çi ye?
Em çûn ber avahiyeke nizam çendqat, hayho, ev çi mezinî ye, ji xwe şewqên qaşo elatrîkê têra xwe ez gêj kirime, spî-kesk-sor-zer…! Min nivîsa ser xwend “Marmara Oteli- Otêla Marmaraye…” piştî bîstikekê, min fêhmkir ku ev ciyê razanê ye û bi pere ye, em hilkişiyan qatê dudoyan, em hersê ketin odeyekê, ciyê sê mirovan hebû, tiştek jê re digotin ‘qeryole’ em ê li ser razanan… Bavê min deriyekî ber bi derve vekir û got, “Werin balqonê, şansê te heye Aydîno, va sinema jî dixebite, ya havînî, em ê belaş lê temaşe bikin…” Balqon, sinema, temaşe… gêjiya min zêdetir bû. Ez çûm ciyê ku jê re digotin, balqon-şaneşîn çi bibînim; li pêşiya me, di ser kuçeyekê re, wek ser xanî, ciyekî fireh, li dawiyê perdeyeke spî heye û sî li ser dileyzîn, siya mirov, çiya, av û hwd. Way bavo…! Çi çemekî xweş-boş diherike, xwezka li wir bûma, min ê têr av vexwara, çiqas tî me! (Paşê wê navê wira bibe Nilgün Sineması, ez ê gelek caran bibim mêvanê wira, hey emro, hey gidî dinya. Ez ê li vî bajarî Mekteba Mieliman-Oğretmen okulu û ya Mielimtiya Bîrkariyê ango Matematîkê- Enstituya Perwerdehiyê-Eğitim Enstitüsü Beşa Mat. bixwînim bibim mamoste… Dê jiyan û qedera min û Carbekir bibe yek, Carbekir wê bibe Amed, Ameda Rengîn, Ameda min! ) Yek diçû ser bênderê, dêran dikir, av ji şerbikekî vedixwar, diçû aş, qîzek xweşik, qey destgirtiya wî bû ji lêvan maçî dikir, tew, eyb-meyb tuneye. Nizanim, hişê min serobino bû, bavê min rave dikir, lê aqlê min ranedigirt. Lê ez lê heyirî-heyran mam. Tiştekî ecêb î xweş…. Sînema, wek tiryato-tiyatro-şano, lê xeyal e, sî ye… Ji wê çaxê û vir ve, heyraniya min î sinema, şano domand-didome.. ez ê jî di tiyatro-fîlman de bilîzim, bi rê ve bibim! Li malê min ew teqlîd dikirin, diya min dixeyidî, “ma tu dîn î, dîn bûyî! Hela, hela..” Bavê min ji xwendinê hezdikir, tim rojname-qezete tanî malê û min jî navê artist û fîlman li deftera xwe dinivîsî, bi ya min fîlmê pêşî ku min dît, ê vê şeve, yê Ehmet Mekîn(Ahmet Mekin) bû… niza’m çawa razam û zû bû sibê. Em çawa çûn wî ciyê ku em şevî dinê lê daketibûn, nayê bîra min.
Tişta min dît, qemyon pir in, erd reşqîr e, bavê min digot, “ew riya qîrê ye, asfalt e, ev der jî Deriyê Mêrdîn ê Carbekir”, bêhna şevê din zêdetir, tew ku tavê lêdixist, eyş! Himmm, Deriyê Mêrdîn-Mardin Kapısı, Cafero, Caferê Tepî bi Tirkî strana vira digot, “Mardîn Kapısında vurdular beni…” her der biqîr û çewçew; yekî serrût diqîriya; “Yella yabo Mardîn e… Bîr lire, wereqe. Mardîne ustî açik makine; şifêre binmek bîr lîre, muawinê binmek îkî biçûx lire… Yella yabo Mardîn, Mardîn, wereqe, wereqe… Mêrdîn wereqe, wereqe…” Miawin jor, ser qaruserê, şifêr jî şifêr Mihelî bû… paşê li Mekteba Mieliman Eskero, Eskerê Sêwazî ew ê di tiyatro-skeçan de wek vî sîmsarî(pîşeyê serrûto sîmsarî bû, miştirî ji qemyonan re peyda dikir) bi qîriya, em jî li şifêr siwarbûn, me berê xwe da Mêrdîn, paşê jî warê xwe Dengiza.

Lê Bêhna Qîrê hiş, jiyan û zanîna min pir guhert, lê ez hê jî ji qîrê û bajar-bajariyê heznakim, tiştên wek sinema, erebe û elatrîk ne têde!

Bêhna qîrê wek bêhna mêtingeriyê, bêhna xerîb, xerîban di hişê min de rûnişt. Xerîb, nenasên ji welatên dinê, xeterî ne! Ew serdest in û serdest her tim kedxwar, xwînmij, qûnde, beradayî û serseri ne, neyarên azadiyê ne!

Wê biwêj û gotinên ku “qîr” tê de derbas bibin di hişê min de govendê bigirin;
– “Tu bûyî qîr, tu bûyî donê qîrê û bi rûyê min ketiyî, bi heft avan bişom jê naçe,” di gelek kilaman jî ev tê qêrîn.
– Donê qîrê ye , jê nare, tu qîra Şam û Helebê yî, ji yekî/a belayên jiyanê re tê gotin.
– “….ez ê herim Diyarbekira xopan ser boyaxê reşkirinê…” reşa qîrê!, nepejirandin, redkirin, ji Kilama Hesenê Mala Musa…

* * *

Hiş û zanîna min pir guherî bû.
Tiştên ku ez ê ji zarokan-sêlekan re bibêjim pir û pir in!

​​​​​​​Delavê Dengiza

BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ
ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

BİR YORUM YAZ