Mardin Roj

​​​​​​​Feratê Dengizî di quncika Delav de ‘Serpêhatiyên Melê Meşûr’ nivîsande

  • 22 Mart 2020

Quncika Delav

Feratê Dengizî

   Serpêhatiyên Melê Meşûr

​​​​

Zarokatî, jiyana çîrok, kilam, pêkenok û serpêhatiyan.

Zarokatî, fêhmnekirina giraniya jiyanê; tenê û bitenê ken, henek, û lîsk, lîstok.

Lê êvar, tew êvar, ê ma ku zivistan yanî çele û şev dirêj, berf li erdê be, piştî ziktêriyê, carinan ziktêriya nîvcî ciyê herî xweş ber çoka pîrikê, yan jî ya dayikê… Li ber lempeya don an jî çirê, serî li ser çoka tenîştê û nîvxewî, hênijandin.

Bila biherikin şeve çîrok, mamik, tiştonek, malik, kilam û herwiha jiyana xeyalî; hût, cin, perî, pîrebok, pepûk, tirsonek, leheng… ligel benî, gûz, bastêq, mewîj, dendik û nokên qelandî

Hilbet gelek rûyên zaroktiyê hene.

Ka em îşev li serpêhatiyên Melê Meşûr(Meleyê Meşhûr) guhdar bin; pişta xwe bidin behlîfê, çavên xwe bigirin; bila vê deme derd û kul û elem li der bin.

(Pîrka min Sosinê-Rihme lê be, li miriyên we jî- çîrok li gorî warê me Dengiza dihûnand. Navê gundên cîran, dever, çiya û newal dixist navê!)

***

Mele çûye ser darê, em bên Dara Zolê(darek salane li ber rêya Ewîna, li nav mezelan) û guliyê darê yê bin xwe bi birekê dibire. Xirt, xirt û hey xirt… Xwêdan ketiyê çavên wî. Xuyayê berf zede bariyaye, êzingên wî nemane. Ciyê herî nêzîk Dara Zolê ya nav mezel! Guliyê darê hebikî qaline, ji birînê re dem divê.

Ha wê demê de karwanekî Ewîniyan ber bi Stewrê ve diçe, yek ji wan bê silav û qawet xwestin bang dike;

Mele tu guliyê bin xwe dibirî. Tê bikevî maleve!
De bi riya xwe de here lo..!

Baş e. Camêr bi riya xwe ve diçe.

Lê bîstikik din Mele tevlî gulî û birekê li ser piştê, qorik biêş li erdê ye. Pişt li kevirekî ketiye, êşê ew gêj kiriye, janê daye kezebê. Bi wî halî ber bi Stewrê ve baz dide, li ba Mehsera Gawiran, li Kevirê Mîzê digihê karwan. Bi qirika zilamê xwe digire.

Ka bise. Qe bi Xwedê te zanibû ez ê bikevim, tu zanî ez ê kengî bimirim jî.
Eman, zeman, Mele ez ji ku zanim tê kengî bimirî. Ma halê te eşkere bû. Mirin emrê Xwedê ye. Xwedê emrê dirêj bide te. Ez ji ku zanim.
Na.

Mele dev jê bernade. Gerek beje; “Tu zanî ez ê ji darê bikevim. Tu zanî ez ê kengî bimirim jî.”

Nabe. Yê Ewînî ji ber îdare nake. Stûyê xwe xwar dike û çavan dibiriqîne;

Here Mele. Kengî kera te li ser hev sê tir kirin tê bimirî. Oxîr be.

Di ber xwe de jî bi devlikenî diminminîne; Oxir be, şîva te bilxwir be, tijê bixur be, kevçiyê te bi qul be. Lîngê te li kevirên biçûk nekeve!

Me gotibû, êzingên Mele qediyane, her roj li riya ezingan e, ji xwe re barekî tîne. Dîsa rojekê barê xwe tîne li hewşê diqulêpe, bi gazine. Ji hevsera xwe re dibêje;

Ev bêxwediya kerê qet nameşe, ez teqandim. Ço û hey ço… dereng dimeşe.
Sibehê ku tu çûyî, ez ê hinek nîşadir bidim te, di bin teriya wê de bide, ew ê bifire.
Wa… Bera!

A din rojê tev nîşadirê Mele li karê êzingane. Barê xwe bar dike û çenik nîşadir di bin teriya kerê dide. Tew lo, ker dibe babîsok û difire, Mele nagihêje. Wê çawa be, ker çû, tew ku bar biqulêpe, yan jî ker li ciyekî di bin bar de bikeve. Çare..?Çare, Mele hinek nîşadir da pişt xwe di nav şeqên xwe da. Wey bavo, eçi tûjî ye, ev çi şewat e. Mele da lotikan, di kerê re bihurî, hew dît li hewşa xwe ye, nasekine û dizîvire. Hevserê ew dît;

Ev çi hale? Ka kera te, ka barê te?
Ew li dû min e, ew ê bê.
Çi bû çi qewimî?
Min bi a tekir, lê ez nedigiham kerê û min hinek di ya xwe jî da, ija malik li min şewitî…

Meleyê min û te ji halekî ket halekî dinê.

Roj naqedin.

Mele dibêje rojekê ez ê li malê bim, ez ê xwe rihet bikim bila ker jî hebikî rihet bibe. Sobe dadaye û kerê xwe jî li axur êm kiriye, kêf kêfa wî ye. Li ber sobê dadaye mewîj û nokên qelandî. Hê wiha teq teq ji derî tê. Deng nabe xwe. Lê teqeteqa derî nasekine. Hevsera wî bang didê, Mele ka binêre ew kî ye. Bê dilî xwe û bi mehdekî tirş diçe derî vedike, ma ne rihetiya wî xera bûye. Dinêre cîranê wî ye;

Xêr e cîran!
Bi xêra bavê xwê kerê xwe bide min. Êzingên min li Newala Sîna ne. Ez ê herim barekî ji xwe re bînim.
Kerê me ne li mal e. Xezûrê min pê çû aş…
Hela, hela, min digot tu neçûyî êzingan, wê wextê ker li mal e.
Na. Ma tu fêm nakî. Ker ne li mal e.

Cîran pistê xwe dufirkîne, vedigere ku here mal. Kerê Mele têr xwariyê, kêfa wî li cî ye, dizire. Ne carekê, ne du car. Dibe zirzira wî, denge wî erd û ezman hiltîne.

Cîran li ser Meleyê ku hê li deve der ye vedigere;

     –    Ka ker ne li mal bû?

     –    De here lo..! Tu ji min bawer nakî, tu ji kerê bawer dikî.

Û di fîskîne ber sobê!

Betalî nabe.

Zivistan dijwar e. Bêêzing qet nabe. Mele berê xwe da Warê Ewlend êzingan. Barê xwe kir, bendekên xwe rast kir û barekî bi dilê xwe, giran li kerê kir û berê xwe da malê. Ku ket qiyamê Qarqosekê, kerê kir inteint, Mele zor dayê, zeqitand û çend dar lê dan. Lê na. Halê kerê ne baş e. Zirtînî ketê û sê tiren bêhawe kirin, nedomand di bin bar de ket. Çawa denge sê tirên li ser hev ket kerika guhên Mele, Mele go temam, wexte û li ser derzika piştê xwe avêt erdê, ne îro miriye ev saleke ku berxo miriye. Xwe li mirîtî danî û liv neketê. Me ne yê Ewînî gotibû ku kerê te sê tir li ser hev kirin tu yê bimirî. Va dem ev e.

Wext derbasbû, esir, ber bi mixrub de Mele nehat ji ezingan hevsera wî meraq kir, lê go de Mele ye, de wê bê. Tarî ket erdê, ker di bin bar de li erdê, Mele jî li ser pişte û çavên xwe venake, me ne mirî ye! Gurekî birçî ji wir de hat, tew tu li qismet, kerê ketî, hazir… û ket ser dilê kerê têr jê xwar, Mele di ber xwe de diminminîne;

Kero bila ez ne mirî bûnam, bila te wiha rihet kerê min bikuşta..!

Derengê şevê hevsera wî gundî pê hesandin ku Mele ji êzingan nehatiye. Rêya wî dizanibûn, ku li Qarsqekê qulipîn, rewş hat fêhmkirin. Cenaze li ser textê miriyan kirin, anîn mal. Ketin rewşa şînê, hevsera wî jî behitî ye. Ew şûştin, kefen kirin, dîsa li ser textê miriya kirin û li gorî adeta olî bere wî dan qebrê. Wexta hatin ba Darika Biçûk serê du rêyê, berêxwe dan Cebanê Xerîban, lewra Mele jî xerîb bû. Dengek bilind bû, herkes di ciyê xwe de qurimî;

Na, min nebin Cebanê Xerîban!

Û deng qut bû. Mele tevlî kefen serê xwe bilind kiribû, gotina xwe kiribû û car de miribû. Behitiyê nedomand. Divê karêxwe bikiranan. Berê cenaze dan ber rêya Ewîna. Bi rê û rebaz ew definkirin, bi tenê hiştin û berê xwe dan malên xwe.

Wexta ku tarî ket erdê, li nav mezel di gorê de bi tenê ma, bêhn lê teng bû, nema  xwe ragirt. Bi awayekî ax qelaşt, derket derve û bi kefenê xwe li ber rê rûnişt û eşheda xwe anî ku nemiriye. Da xwe ku rabe, dengê baziraganan hat. Karwanê Ewîniyan di rê de bû. Karwan nêzîkî wî bû, rabû ser xwe û bang li wan kir. Bi dengê wî qantir tirsiyan, veciniqîn. Barê wan ket. Alavên wan; şûşê lempeyan, qedeh, firaqên xwarinê, sînî-mînî tev şikestin, hûrhûrî bûn. Nerîn ku yek tevlî kefenê xwe li qiraxa rê ye û heywanên wan tirsandine. Negotin tu qûlê Xwedê yî, tu ins î yan cins î, ku de wî ket ber wan dan ber dar û gopalan, ew kutandin, mehkuta wî dan. Ji mirinê filitî, bi wî halî hat malê li derî da, derek wî sax nemabû. Sibehê gundiyan bihîstin ku Mele nemiriye, nîvmirî li male, çûn serdana wî. Pirsîn Seyda tu çûyî wê dinyê û hatî, çi heye çi tuneye. Cinet, cehnime, ezab, filan bêvan…

Na, lo… Tiştên wisa qet tunene. Ew ecêbna nîn in. Ku hûn qantirê Ewîniyan netirsînin tu tişt tuneye.

17.03.2020 – Delavê Dengiza

—-

Komkujiya Helepçe şermezar dikim. Bila qaşo Şaristaniya Hevdem di şermê de be.
Newroz Pîroz e. Newroz Pîroz be û felatî ne dûr e.
BU KONUYU SOSYAL MEDYA HESAPLARINDA PAYLAŞ